Pentagon: Êrîşê ku li Misrê hat kirin pêwistiya midaxeleya li herêmêderxist holê!
Berdevkê Wezareta Parastinê yê Emerîqa, li ser êrîşa li devera Sînaya Misrê hatibû kirin û 305 kesan jiyana xwe ji destdabûn de beyanetek da û îfade kir ku êrîşê ku li Misrê hatiye kirin pêwistiya midaxeleya Emerîqa ya li herêmê derxist holê!"
Berdevkê Wezareta Parastina Emerîqa (Pentagon) Albay Rob Manning, derbarê êrîşa di 24ê Mijdarê li Bakûrê Sînayê hatibû rastkirin û 305 kesen ji ber teqîna bombeyê û gulebaranê jiyana xwe ji dest dabûn de beyanetek da û got: “Êrîşên li Misrê hatine kirin pêwistiya midaxeleya Emerîqa ya li herêmê derxist holê!”
Rob Manning ji mensûbên çapemeniyê re beyanatek da û got: “Êrîşa hat kirin derxist holê ku bê çima lazim e Emerîqa li Rojhilatanavîn divê hebe” û îfade kir ku di çarçoveya micadeleya li dijî DAIŞê Emerîqa dikare midaxeleyê deverê bike”.
Berdevkê Pentagonê Mannîng destnîşan kir ku ji bo micadeleya li dijî DAIŞ û El-KAÎDê em ê alîkariya mutefikên xwe yên navneteweyî bikin û wisa li axaftina xwe zêde kir: “Li Sûrî 500 û li Iraqê jî 5 hezar leşkerên Emerîqa hene”.
Manning da zanîn ku di dawiya hefteya borî de Serokê Emerîqa Donald Trûmp û Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi telefonê hevdîtinek kirine û li ser mijara dayîna çekan ji bo PKK/YPGê de danûstendina fikr û ramanan kirine û dû re wiha li axaftina xwe zêde kir: “Serokên Tirkiyeyî di warê dayîna çekan a ji bo Hêzên Demokratîk yên Sûrî yên baskê Kurd de fikara xwe anîbûn zimên ku wê ew çek bigihêjin PKKyê ku ‘rêxistina terorê’ ye.”
Manning di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku: “Di gel vê polîtîkayê, em ê dana piştgiriya ‘Hevalbendên xwe yên Kurd ’ di berçavan re derbas bikin û temamê xebatên me, ji bo carek din DAIŞ venegerî û bi cî nebe em dixebitin. Em ê bi DAIŞê re micadela xwe bidomînin û di heman wextê de em ê bi Tirkiyeyea ku hevalbend û mutefîkê me yê NATOyê ye re jî xebatên xwe û şirîktiya xwe bidomînin.”
Berdevkê Pentagonê Mannîng got sîlehên ku em didin Hêzên Demokratîk ên Sûrî bi sînor in û ji bo misyonekê me çekan daye wan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.