Pêşmerge carek din diyar kir divê ku PKK ji Sîncarê derkeve

Pêşmerge carek din diyar kir divê ku PKK ji Sîncarê derkeve

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeya Kurdistana Iraqê carek din destnîşan kir divê ku PKK ji Sîncarê derkeve.

Di daxuyaniya ku ji teref Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeya Kurdistana Iraqê ve hat dayîn de carek din diyar kir divê ku PKK ji Sîncarê derkeve.

Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “PKK, ji bo ku li Herêma Kurdistanê tansiyonê zêdetir bibe teqwiyeya hêzê li Hanesur û herêma sînorê zêde dike. Rêxistin, bê dil û destûra Kurdistana Iraqê û gelê Êzidî li Sîncarê bicî bûye. Dê Herêma Kurdistanê bi tu wechê misade neke ku herêmekî biçek a dereqanûnî were avakirin. Herêma Kurdistanê bangewaziya xwe ya divê ku PKK ji Sîncarê derkeve tekrar dike.” (ÎLKHA) 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.