Pêşniyaza Huda Parê
Heyetek ji Huda Parê, V.G yê ku pey cînayeta dawetê ya li Batmanê li ser îfadeya şahidî veşartî hatibû girtin ziyaret kir
Heyetek ji Huda Parê, V.G yê ku pey cînayeta dawetê ya li Batmanê li ser îfadeya şahidî veşartî hatibû girtin ziyaret kir. Dûre serdana Baroya Batmanê kir û pêşniyaz kir ku ji bo zelalkirin û eşkerekirina komployê bila ji aliyên saziyên sivîl, Baro, Huda Par û Bdpê komîsyonek bê avakirin.
Ji Huda Parê alîkarê serokpartî Huseyîn Yilmaz, Cemal Çoban û Veysel Topkan bi hev re, V.G yê girtî ziyaret kir. Hevdîtina wan saetekê dewam kir. Pey ziyaretê Huseyîn Yilmaz di heqê serdanê de xeber da.
Piştre heyeta han Baroya Batmanê ziyaret kir. Ji baroyê serek Ahmet Sevîm, îdarevan Cenk Eren, Tayyar Ekmen û Zeynep Yilmaz pêşwaziya heyetê kir. Di serdanê de Huseyîn Yilmaz pêşniyaza xwe ya ji bo zelalkirina hadîseyê û eşkerekirina komployê, avakirina komîsyoneke hevpar dubare kir. Huseyîn Yilmaz wiha got: “Em teqez dizanin ku ev bûyer komployek e.”
Pey serdanê, Huseyîn Yilmaz, Îsa Aydin, Ebdurrehman Cens û Cemal Çoban, malbata V.Gyê girtî ziyaret kir. (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.