Pêşniyaza Qanûnê Hat Qebûlkirin

Pêşniyaza Qanûnê Hat Qebûlkirin

Komîsyona meclîsê ya plan û budçeyê, di serokatiya parlementerê AKPê Lutfî Elvan de civiya.

Komîsyona meclîsê ya plan û budçeyê, di serokatiya parlementerê AKPê Lutfî Elvan de civiya. Li ser hinek teklîfên guhertînên di qanûnan de xeber dan. Pey hevdîtinê teklîf hat qebûlkirin.

Li gorî teklîfê meşrûbatên araqê, bi her awayî nayên reklamkirin û ji mişteriyan re nasandina wan nayê kirin. Wê tu kampanya, promosyon û fealiyetên ji bo teşwîka firotina van mamûlên araqê neyên kirin. Kesên araqê çêdikin, îthal dikin, bazariya wan dikin, wê bi tu awayî marka, amblem û nîşaneyên xwe ji bo destekê nexin tu fealiyet û çalakiyan.

Meyxane û deverên ku tiştên araqê difiroşin, wê bi kêmanî 100 metre dûrî mekteban, dersxaneyan, pansiyonê xwendekaran û îbadetxaneyan bin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.