Pêvajoya Lêborîn Xwestina Siyonîstan

Pêvajoya Lêborîn Xwestina Siyonîstan

Hewlên dîplomatîk yên Tirkiyê a di derbarê şehîd kirina 9 kesan di dema êrîşa sîyonîstan a bi ser gemiya Mavî Marmarayê do encam dan.

Hewlên dîplomatîk yên Tirkiyê a di derbarê şehîd kirina 9 kesan di dema êrîşa sîyonîstan a bi ser gemiya Mavî Marmarayê do encam dan. Rejima Terorê Îsraîl ji ber êrîşa kiriye ji Tirkiyê lêborîn xweste. Rejima Terorê dana tezmînatê ji malbatên şehîdan re jî qebûl kir.

Tirkiye pey êrîşê gazî sefîrê xwe yê Îsraîl kir û tevî dan û sitendinê dîplomatîk sekinand.

Tirkiye ji bo têkiliyên her dû dewletan bibin wek berê ji Îsraîl xwest ku, di derbarê êrîşê de lêborînê bixwaze, tezamînat bide û ambargoya ser Ğezzeyê rake. Lê belê Îsraîl van xwestekan qebûl nekir.

Tirkiye sê sal teşebbusên xwe yên dîplomatîk yên di vê derbarê de domande.

Li gor me’lûmatên hatine sitendin, di dema ziyareta Obama de muzakereyên di navbera her dû dewletan de leztir bûn.

Di dema ziyareta Erdoğan a bi bal Hollandayê ve metna li hevkirinê êdî li ser îttîfaq pêkhat.

Hat hînkirin ku Erdoğan, bi serekên Hemas, El Fetîh û Qatarê re bi telefonê xeberda.

Pey re bi Netenyahû re hevdîtina telefonê pêkhat. Xeberdana Netenyahû û Erdoğan nîv se’etî dewam kir. Netenyahû di telefonê de ji ber xetayên wan yên di dema êrîşê de ji Tirkiyê lêborîn xweste û dana tezmînatê qebûl kir.

Di hevdîtinên li ser telefonê yên ku hatine kirin de li ser ambargoya Ğezzeyê jî hat sekinandin.

Netenyahûyê terorîst go: ambargoya li ser malên ku xelq îstî’mal dike rakirine û soz da ku heger sikûnet dewam bike wê ev rewş jî dewam bike.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.