Pevçûn û Kuştin
Li Şemzînan û Dêrsimê Şer, Li Pasûrê Berdestîbûn
Li gor xeberan hat gotin ku li Şemzînan û Dêrsimê, di navbera esker mensûbên PKKê de, şer qewimiye. Hat diyar kirin ku li çol û çiyayê Şemzînan, di operasyona eskeriyê de, di şerê navbera esker û mensûbên PKKê de, 2 esker hatine kuştin 10 heb jî birîndar bûne.
Her wiha li Ovacika navçeya Dêrsimê jî şer qewimî. Hat îddîa kirin ku çend mensûbên PKKê, xwestine xwe bera nav qereqola cendermê bidin. Eskeran jî, li wan teqandine. Di şer de tiştek bi kesî nehatiye.
Li aliyê din, ji teref walîtiya Diyarbekir hat gotin ku li Pasûra navçeya Diyarbekir, du jinên mensûbên PKKê, xwe berdestî qomandariya cendermê ya Pasûrê kirine.
Li Stenbolê jî, do di dema fitariyê de, otobosek belediyê, ji teref grûbek bimaske, bi molotofan hat şewitandin. Hat îddîa kirin ku nêzî 20 kesên ruyê xwe maske kiribûn, riya otobosekê belediyê digrin û molotofan davêjin wesaîtê. Wesaît dişewite lê ji ber ku rêwî di otobosê de tunebûn tiştek bi kesî nehat. Şofêrê otobosê bi sivikahî birîndar dibe. Li devera hadîseyê, millet li ser şewata otobosê, tepkî nîşan da. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.