Pevçûn Û Kuştın

Pevçûn Û Kuştın

Eskerî bi heft tabûran li hêla Colemêrgê operasyonan li dar dixe. Ev tê vê meneyê ku wê şer dewam bike

 Pevçûn Û Kuştın
Lı Colemêrgê Eskerek Û 2 Pkkyî Hatın Kuştın

Eskerî bi heft tabûran li hêla Colemêrgê operasyonan li dar dixe. Ev tê vê meneyê ku wê şer dewam bike. Milletê herêmê jî perîşantir bibe. Lewra kesên li herêmê daimî dimîne, ji ber operasyon û pevçûnan şerpeze dibe û ji her dû aliyan tehdît û zordestiyê dibîne milletê mezlûm e.

Xeberan îfade kir ku di operasyonan de li hêla Şemzînan li çol û çiyayên gundê Nehriyê, di navbera esker û mensûbên PKKê de şer qewimiye. Di şer de 2 PKKyî hatin kuştin. Bi wan re sîlehên otomatîk û muhîmmatên wan hatine girtin. Di şer de eskerek jî birîndar dibe. Wî bi helîkopterê radikin nexweşxana Wanê. Esker li wir can dide.

Li aliyê din, do bişev qereqola gundê Kanahdereyê, ji teref komek mensûbên PKKê ve êrîş lê hat kirin. Qereqola cendermê ya ku li ser riya Diyarbekir û Bedlîsê ye û 25 kîlometre dûri Bedlîsê ye, PKKyîyan êrîş birin ser. Bi êrîşê di navbera esker û PKKê de şer qewimî. Mensûbên PKKê dev ji şer berdan û xwe winda kirin. Di hadîseyê de tiştek bi kesê nehat.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.