Pevçûn û Kuştin

Pevçûn û Kuştin

Başçawîşek, Cerdevanek û 4 Pkkyî Hatin Kuştin

Xeberan diyar kir ku li Mûşê li navçeya Xaskoyê li dora çemê Perteka gundê Zixakê, di navbera esker û mensûbên PKKê de şer qewimiye. Esker bi cerdevanan derketibû operasyonê. Di operasyonê de astsûbay başçawîşekî cendermê hat kuştin, 2 esker jî birîndar bûn.

Li çol û çiyayên Çoligê jî operasyon dewam dike. Li gundê Axpikê, pevçûn qewimî. Di şer de cerdevanek hat kuştin. Her wiha li Bêşebaba Şirnexê, li gor beyana walîtiyê, 4 mensûbên PKKê hatine kuştin. Bi mensûbên PKKê re gelek muhîmmat û malzeme hatine bidestxistin.

Li Bedlîsê li gundê Şêxcimanê jî, 3 cerdevanê ku 13 roj berê hatibûn revandin, hatin berdan. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.