“Pêwîst e artêş û yekîtiya Îslamê bê damizrandin”
ÊLIH - Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok destnîşan kir ji bo ku Mislimanên li ser erdinagariya Îslamê û yên li ser axên din ji esaret û zilmê xelas bibin divê welatên Îslamê werin bal hev û artêşekê bidamizrînin.
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ji bo ku Mislimanên li ser erdinagariya Îslamê û yên li ser axên din ji esaret û zilmê xelas bibin divê bêyî nihêrtina mezheb, qewm, meşreb û netewe welatên Îslamê werin bal hev û artêşekê bidamizrînin.
Gok di berdewama axavtina xwe de diyar encax bi vê rêyê mişkîleyên girîng ên mîna xwîna Mislimanan a ku li Arakan, Sûriye û Fîlîstînê diherike dikare bê çareserkirin.
“Em wek ummeta Îslamê bi qernan e ku di bin zilmê de ne”
Gok di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku em ji Qur’an û sunnetê dûr ketine di vî halî de ne û wiha pê de çû: “Li gor me sedema vê yekê ji dûrbûna Qur’an û sunnetê û mişkîleyên xwe sewqî neyarên Îslamê kirin e.Îro nufûsa Mislimanan gihaştiye mîlyarek û 600 milyonî.Ev rêje jî di nava baweriyên mewcûd de teqabûlî ji sedî 23an dike.Yanî kemîyeta Mislimanan têrî di nav xwe de çaresiya mişkîliyan dike, hemd ji Xweda re.Lê mixabin ji ber ku em wek keyfiyet ji Îslamê dûr ketine hejmera me bêqedr û bêqiymet bûye.Nexasim birêvebirên welatên Îslamê di rewşeke rezîl û zelîl de ne.”
“Em ji bo çareseriya mişkîleyên xwe ji xaçperastan re lawayî dikin”
Gok di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di roja me de Misliman ji bo çareseriya mişkîleyên xwe li deriyê hêzên emperyalîst û zihnîyeta xaçperestan didin, Gok dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber vê rewşa zilletê mixabin perîşanî û mezlûmiyeta me berdewam dike.Ji bo ku em ji vê rewşê xelas bibin divê em vegerin Îslamê, biratiya Îslamê û wehdetê.Xweda ji me dixwaze ku em ji Mislimanan re bi merhemet û li dijî kafiran jî bi şiddet bin.Lê belê îro nexasim welatên Îslamê ji Mislimanan re bi şiddet û ji kafir û zaliman re jî bi merhemet û bi sebr in.Ango berewajiya ayetê dikin.”
“Perîşaniya me ji belavbûna me ye”
Gok di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Misliman mecbûr in werin bal hev û dezgeheke yekîtiyê bidamizrînin.Gok dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji vê yekê re mecbûr in, sedema herî mezin a zilleta ku em di nav de ne belavbûna Mislimanan e.Perîşaniya me ji belavbûna me ye.Me parçe parçe kirin.Me ji hêla mezhebî, neteweyî û ji hêla îdeolojîk ve perçe kirin.Dû re jî sînor xistin nav me.Em jî dibêjin ummeta Îslamê yek e û bila sînorên di nav me de îzafî bin.Em encax wisa dikarin ji vê zilletê xelas bibin.Bi vî awayî mimkûn e ku pêşiya herikîna xwîna Mislimanan a li her cihî dikare bê girtin.”
“Me polîtîkayên neteweyî daye pêşiya mesleheta ummetê”
Gok di dawiya axavtina xwe de wisa destnîşan kir : “Dema ku li cihekî alema Îslamê Mislimanek li rasta neheqiyekê hat an jî xwîna wan herikî artêşa Îslamê dê li hember bisekine û dê jê re bibêje bisekine.An hûn ê zilma xwe bisekinin an jî em ê mudaxele bikin.Heta ku ev îrade neyê destnîşankirin dê ev zillet bi teqez berdewam bike.Lewra me polîtîkayên neteweyî daye pêşiya mesleheta ummetê.Heta ku ev zîhniyet berdewam bike dê ev zillet bidomîne.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.