Pêwîst e dewlet destekê bide sektora kitêban

Pêwîst e dewlet destekê bide sektora kitêban

Weşanxaneyên ku li Rihayê beşdarî Yekemîn Pêşengeha Kitêban a Navneteweyî bûn diyar kirin pêwîst e dewlet destekê bide sektora kitêban.

Weşanxaneyên ku li Rihayê beşdarî Yekemîn Pêşengeha Kitêban a Navneteweyî bûn diyar kirin ji ber ku maddeya ham a kaxiza ku di sektora kitêban de tê bikaranîn ji derve tê îthalkirin  mesrefa kitêban zêde dibe, weşanxane her wiha diyar kirin pêwîst e di vî warî de gavên ku dê sektora kitêban sivik bike bên avêtin.

Mahmut Emreyê xebatkarê Weşanxaneya Nesîlê,  Fatîh Aksoyê xebatkarê Weşanxaneya Babialî Kulturê,  ji Weşanxaneya Qluba 40an Yunus Coşkun, Remezan Avciogluyê ji Weşanxaneya Zehrayê û Ahmet Haydayê ji Weşanxaneya Dogu Batiyê yên ku li Rihayê beşdarî Yekemîn Pêşengeha Kitêban a Navneteweyî bûn diyar kirin ji ber ku maddeya ham a kaxiza ku di sektora kitêban de tê bikaranîn ji derve tê îthalkirin  mesrefa kitêban zêde dibe. Weşanxane her wiha diyar kirin pêwîst e di vî warî de gavên ku dê sektora kitêban sivik bike bên avêtin. Xebatkar û temsîlkarên weşanxaneyan her wiha diyar kirin divê dewlet barên mîna KDV û bacê kêm bike.(ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.