Peyama Cemiyeta Aliman

Peyama Cemiyeta Aliman

Cemiyeta aliman ya ku merkeza wê li Diyarbekir e, bi minasebeta Remezanê peyamek weşand, ji bo rojî û Remezanê hinek tewsiye kirin

Cemiyeta aliman ya ku merkeza wê li Diyarbekir e, bi minasebeta Remezanê peyamek weşand, ji bo rojî û Remezanê hinek tewsiye kirin. Di peyama cemiyeta aliman de wiha hat diyarkirin:

1-Em miqabela tîlaweta Quranê bikin, kesê nizanibe bila ji bo hînkirinê ğeyret bike, kesê zanibe bila tecwîdê hîn bibe.

2-Li îbadetên xwe bêtir miqatebin. Em hem rabin paşîvê, hem jî kirina şevnimêjê ji xwe re bikin adet. Tefsîr û siyereka heyata pêxemberê me bixwînin.

3- Em têkiliyên biratiyê xurt bikin. Dost û nas û cîranan dawetî xwarina fitariyê bikin. Mislumanên di bin zehmetiyan de ji bîr nekin.

4-Em meriv û dost û nexweş û yextiyaran ziyaret bikin. Îrşad û xizmeta dînê Xweda bikin.

5-Em zarokên xwe îhmal nekin û wan jî bi xwe re bibin camiyan.

6-Eger hebe em zikata xwe di vê mehê de derxin. Di vê mehê de sedeqe bidin. Xêr û xêratan bikin û feqîran ji bîr nekin.

7-Her şevê mîna leyletul qedrê îhya bikin, îtîkafê ji bîr nekin.

8-Çavên xwe ji heramiyan, zimanê xwe ji ğiybet û derewan, guh û gera xwe ji xerabiyan, xwe ji kîn û hesed û niqaş û xireciran biparêzin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.