Peyama Mewlûda Nebî: Wehdet ew e ku Ummeta Îslamî xurt dike
Weqfa Evîndarên Pêxember, di peyamekê de ku di mîtînga Mewlûda ya li Dîyarbekirê de hat parvekirin.
Mîtînga Mewlûda Nebî, ku îsal ji hêla Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi mijara "Rêberê me yê Wehdet û Xelasîyê, Hezretî Muhammed" ve hate lidarxistin, li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê hate lidarxistin.s
Endamê Lijneya Rêvebir a Weqfa Evîndarên Pêxember Yakup Kaya, peyama Mewlûda Nebî ya 2026an di mîtîngê de bi raya giştî re parve kir.
Kaya diyar kir ku Misilman yek civat in û mecbûr in ku ji Xwedayê xwe re îbadet bikin, bal kişand ser zilm, îşxalkerî û êrîşên ku îro li cîhana Îslamê diqewimin. Wî got, "Di du salên dawî de li dijî Xezze, Şerîaya Rojava, Lubnan, Yemen, Îraq, Sûrîye û herî dawî jî li dijî Îranê êrîşên giran hatine kirin. Armanc tevahiya cîhana Îslamê ye. Nakokiya di navbera Misilmanan de rê li ber dijmin vedike da ku bigihîje armancên xwe."
Kaya bi balkişandina ser ayeta 46an a Sûreya Enfalê hişyarî da û got, "Bi hev re şer nekin, da ku hûn ji hev nekevin û hêza we winda nebe" û tekez kir ku Hezretî sMuhammed mînaka herî baş û rêberê yekane yê xilasiyê ye.
Kaya bang li hemû Misilmanan kir ku xwe bi têla Xwedê ve girêbidin û ji bo yekîtîyê bixebitin.
Temamê peyamê weha ye:
Bismîllahîrrehmanîrrehîm
Hemd tenê ji Rebbê Alemê re be. Selat û selam li ser “Rêberê Wehdet û Xelasîyê Hz. Muhammed”, Ehlê Beyta Wî (Malbata Wî), Eshabên Wî (Hevalên Wî) û şopînerên Wî yên heta qîyametê be.
“Bêguman dînê van pêxemberan yek dîn e (ku ew îslam e) û Ez jî Xwedayê we me, nexwe ji bo min îbadetê bikin.” (Enbiya 92)
Wehdet, yekîtîya ku bi piştgirîya biratîya Misilmanan pêk tê ye.
“Bi rastî mumîn ji hev re bes bira ne” (HUCURA 10) Îslam, mirovan ne li gorî xisûsîyetên wan ên cuda, encax li gorî bawerî û dînê wan, wan tesnîf dike. Ev dîn, mirovên ku îman anîtine û bûne endamê dînê Îslamê wek xûşk û bira îlan dike û wan wek civakekî qebûl dike, vê civakê jî bi navê Ummeta Îslamê binav dike. Ferdên dînê Îslamê, bi benê dîn bi hev re girêdayîne. Ev rewş, wehdeta ummeta Îslamê ferz dike. Çîmkî ummeta Îslamê bi wehdetê dibe bedenek.
Wehdet, ji bo Misilmanan lazimatîyek û ferzîyetek e.
Îro xisûseke bingeh a ku Misilmanan zêdetirî mihtacê wî ne, wehdet e. Çîmkî îro Misilman ji ber ku belawelane dûçarê zilma kafiran dibe, welatên wan têne dagirkirin, bajarên wan û bedenên wan bi bombeyan parçe parçe dibin. Di nav vê du salên dawîn de li dijî Xezze, Şerîaya Rojava, Libnan, Yemen, Îraq, Sûrîye û herî dawîn jî li dijî Îranê êrîşên giran pêk anîtin. Bi îzna Xwedê ew dê bi van êrîşên xwe serfîraz nebin û ew ê van êrîşan jî dawîya rejima îşxalker a sîyonîst bîne. Encax bila ev neyê jibîrkirin ku armanca wan temamê alema Îslamê ye. “(Gelî bawermendan!) Bi gotina Xwedê û pêxemberê wî bikin û bi hev re miqersiyê mekin, vêca hûn ê sist bibin, hêza we jî dê here. Sabrê bikêşin, bêguman Xwedê bi sebirkêşan re ye.” (Enfal 46)
Wehdet, yekîtîya ku ummeta Îslamê qewettir dike ye.
Ummeta Îslamê: Civaka ku reng, ziman, nîjad û erdnigarîya wî çi dibe bila bibe hemî Misilmanên ku li ser rûyê erdê dijîn in e. Hemî Misilmanan ferdekî ummeta Îslamê ne. Heger ummeta Îslamê di nav xwe de wehdetê çêbike ew ê bibin hêz û qewetekî kûrewî.
Nexwe ji bona ku em hem emr û fermanên Îslamê bicîh bînin hem jî bibin xwedî qewet û li hember hêzên neyarê dînê Îslamê Misilmanan û Îslamê biparêzin, ferz e ku her Misilman ji bo wehdetê bixebite.
Heta ku Misilman di nav xwe de wehdetê çênekin wê daîma bêqewet bimînin û ji ber vê yekê jî ne dikaribin dînê xwe ne jî dikaribin heq û mafê xwe biparêzin. Çîmkî wehdet, yanê yekîtîya Misilmanan, piştî îmanê hêza maddî ya herî mezin e. Li cîhê ku yekîtî tinebe li wê derê hêz û qewet tineye. Dema ku hêz û qewet tinebe fitne û fesadê li ser rûyê erdê nayê rakirin. Di dîrokê de jî dema ku Misilman bûne yek, hejmarên wan hindik be jî daîma serfiraz bûne. Ji ber vê yekê “Hûn hemî xwe bi benê Xwedê (Îslamê) ve bigirin û ji hev parçe nebin.” (Al-î Îmran 103)
Mînaka herî xweş û baş Hz. Muhammed e (s.a.w.).
Hz. Muhammed (Selat û Selamên Xwedê li ser Wî be), ji Xwedayê ku Rebbê alemê ye wehyê standîye û ji mirovan re qala heqîqetên jiyanê kirîye, Rebbê wan ji wan re daye naskirin, dînê wan hînê wan kirîye, ji ber vê yekê ji însanîyetê re di vê îmtîxana dinyayê de gelo ew ê bi çi şeklî û bawerîya kê bikin ji wan re daye hînkirin, çi tiştên ku bikin û wan tiştan çawa bikin jî ji wan re daye hînkirin, bi vê şeklê Ew ji însanan re rêya Xelasîyê daye nîşandan. Ev rê jî, rêya dînê Îslamê ku bingeha wî Quran û Sinneta Hz. Muhammed e. Hz. Muhammed (Selat û Selamên Xwedê li ser Wî be), dînê Îslamê bi şekleke herî xweşik di jiyana xwe de jiyaye û ji însanîyetê re bûye rêberekî ku mînaka Wî tineye.
“(Gelî bawermendan!) Sond be ji bo we, di (jiyan û tevgerên) resûlê Xwedê de, ji bo wî kesê ku (qenciya) Xwedê û roja axretê hêvî bike û zikrê Xwedê jî pir dike, mînak û nimûneyeke spehî û kamil heye.” (Ehzab 21)
Rêberê Xelasîyê Hz. Muhammed (s.a.w.).
Xwedê ji me xwestîye ku em li pey Hz. Muhammed biçin. Yê ku li pey Hz. Muhammed biçe û tabi’ê sinneta Wî bibe ew ê xelas bibe. Ji ber vê yekê ji bo Misilmanan rêberê xelasîya esil û rastîn encax Hz. Muhammed e. Ti însanekî ku xeyn ji Îslamê dînekî an jî îdeolojîyekî beşerî diparêze, ji bo Misilmanan nikare bibe xelaskar û rêber. Bi hemam awayî xeyn ji dînê Îslamê tu dîn û îdeolojîyekî jî nikare însanan xelas bike û ew rê ne rêya azadî û xelasîyêye jî.
“Kî li pey Xwedê û Resûlê Xwedê biçe û îtaata Wan bike Xwedê wî kesê, dike nav cennetên xwe yên ku di bin wan de çem diherikin. Wa xelasîya mezin ev e.” (Nîsa 13)
Nexwe ji bona ku em xelas bibin lazim e ku her Misilman tabi’ê Hz. Muhammed bibe, sinneta Wî bijî, Îslama ku anîtîye jî wek dîn û dozekî bêguman qebûl bike. Hz. Muhammed tenê rêberê xelasîyê ye.
“Her candar ew ê mirinê tehm bike. Xêra tiştên ku we kirine, dê di roja qîyametê de bi ‘am û tam ji we re were dayîn. Kî ji agir (cehennem) were dûrkirin û biçe cennetê, bi rastî jî ew xelas bûye. Jiyana vê dinyayê jî xeyn ji menfaetekî xapandinê tiştekî nîne.” (Al-î Îmran 185) (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.