Peyama Rêberê Cema’eta Hîzbullah a 17 Çileyê
Rêberê Cema’eta Hîzbûllah, bi minasebeta salvegera şehadeta Rêberê xwe yê şehîd peyamek weşande. Peyama Rêberê Cema’eta Hîzbullah bi vî awayî ye:
Rêberê Cema’eta Hîzbûllah, bi minasebeta salvegera şehadeta Rêberê xwe yê şehîd peyamek weşande. Peyama Rêberê Cema’eta Hîzbullah bi vî awayî ye:
Bismîllahîrrehmanîrrehîm
“Ji muminan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan nezra xwe aniye cih; canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê (li şehîdbûnê yan jî li serkeftinê) dikin. Xwedê tu car ehd û peymana xwe neguhartiye.” (Sureyê Ehzab: 23)
Di salvegera şehadeta Rêberê me de em wî bi rehmet û minnetê yad dikin.
Em; şehîdên xwe, girtiyên xwe û muhacirên xwe bi tenê salê carekê bibîr naynin. Em wan her demî bi du’ayên xwe bi bîrtînin, em wan wek ‘ezîzên xwe dibînin û di her qadê xebatê de em bawer dikin ku ew wek çirayê, pêşiya me ronî dikin. Rabbê me, bereketa wan ji bo me bike daîmî û di Cennetên Fîrdews de me bigihîne hev û din.
Dema ku me kar û mesûliyetên xwe îhmal kir û em ketin ğefletê, wê demê me Şehîd Rehber û şehîdên xwe jibîr kiriye. Ji bo em nekevin rewşeke wisa, em birayên hev û din tev divê ku;
Li Cema’eta Hizbûllah a ku Şehîd Rehber û şehîdên me ji me re hiştiye xwedî derkevin, rêya wan bi qerar bişopînin, rêya bi xêr a ku vekirine vekirî bihêlin û xêrên ku bûne wesîle bi zêde kirina xêrên mezin daîm bikin. Bi tenê bi vî awayî emê karibin bêqutbûn herikandina xêra ji deftera wan ya ‘emelan re bi dest bixin, wan mesrûr bikin û rûhên wan şad bikin.
Pêdiviya coğrafya me ya ku em tê de jiyana xwe dewam dikin û krîz jê kêm nabin, hetta pêdiviya dinyayê, ji rêzanên xwedî nêrîna Hîzbullahî, ji xort, xwişk û kesayetên xwedî nêrîna Hîzbullahî heye. Heger em wezîfeyên ku dikevin ser pişta me bi cih neynin, emê nikaribin bi gelê xwe yê mustez’ef re ku ji girîngîyên Îslamî mehrûm hatine hiştin ji zorî û pirsgirêkên ji demên dirêj ve xilasbibin.
Divê bê zanîn ku gelê me hêviya xwe bi Hizbullah ve girêdaye û tiştên jê hêvî dikin gelek pirin. Ez bi xortên Hîzbûllahî ewle me û bawer dikim ku wê rûyên me geş, çavên me ronî bikin û wê alaya mucadeleyê derînin asta herî mezin a serfîraziyê. Divê em weke birayan di hev de bihelin û kêlîn bibin û îta’et, dîsiplîn, îxlas û fedakarîyê bikin bingeha jiyana xwe, da ku bi vê sayê em karibin qewet û hêzê bi dest bixin.
Sedaqeta me ya bi Şehîd Rehber re; divê ku em mîrasa wî ya ku hiştiye, bi Cema’eta Hizbullah ve bi tevî hebûna xwe zexm xwe pê bigrin. Divê zanîna mêrxasên de’wa ‘ezîz bi Quran û Sunnetê tam be, da ku bi emaneta îlahî ve jî girêdana wan tam be. Di heman demî de divê ku exlaqê xwe xweş bikin û Sunneta Seniyye di her demê jiyana xwe de bi awayekî xweşik îhya bikin, sînorê helal û heramiyê bi hessasiyeteke mezin hewl bidin ku biparêzin.
Dema ku me yek ji amancên mucadela Şehîd Rehber a di jiyana wî de ku gihîştandina de’wê ji her bajar û malî re bû bi cih anî, bi awayê kesên wî dişopînin me mesûliyeta xwe ya li hember wî û şehîdên me bi cîh aniye.
Rebbê me, di serî de Şehîd Rehberê me, tevî şehîdên me û me bike ji kesên ku di vê ayetê de mîzgînî daye wan: “Kî îta’a Allah Te’ala û Pêxember bike, ha ew, bi pexemberan, sadiqan, şehîdan û bi kesên qenc ku Allah Te’ala nî’met li wan kirine re ne. Evana çi qenc heval in.” (Sureya Nîsa: 69)
Bi vê wesîleyê ez ji bo Şehîd Rehber û şehîdên me yên ‘ezîz ji Allah Te’ala rehmet û meğfîretê hêvî dikim. Allah Te’ala qebrên wan bike qesrek ji qesrên cennetê. Rebbê me, me jî ji şefa’eta şehîdan mehrûm neke.
Birayê we Edip GÜMÜŞ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.