Peymana Li Ser Sîlehan

Peymana Li Ser Sîlehan

Rûsya û ‘Iraq Bi 4.2 Mîlyar Dolarî Peymana Sîlehan Îmzekir

Xeberan diyar kir ku İraq û Rûsyayê bi qasî 4 noqte 2 mîlyar dolarî peymana sîlehên eskeriyê îmzekirine.

Heyeta serekwezîrê İraqê Malikî, Rûsyayê ziyaret kir. Di ziyaretê de Malîkî bi mewkîdaşê xwe Dîmîtrî Medvedevê re, wezîrê karên derve yê İraqê Hoşyar Zebarî jî bi mewkîdaşê xwe Sergey Lavrovê re hevdîtin pêkanîn. Piştî hevdîtinan hat beyan kirin ku di navbera İraq û Rûsyayê de li ser kirîn û firotina sîlehên eskeriyê, bi qasî 4.2 milyar dolarî peyman hatiye îmzekirin.

Li gor peymanê tê texmînkirin ku wê İraq ji Rûsyayê 30 helîkopterên tîpên nû û 50 heb sîstemên parastina hewayî yên menzîlkin bikire.

Medvedev û Malikî di xeberdanên xwe de dan zanîn ku dixwazin têkiliyên xwe yên ji însanî bigre heta enerjî û eskeriyê xurt û zêde bikin. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.