Pîreka ku ji avahîyê ket xwarê canê xwe ji dest da

Li navçeya Mîdyada Mêrdînê pîrekek ji qata 6an ya ku paqijîyê dikir ket xwarê û canê xwe ji dest da.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, bûyer di seatên serê sibehê de li Taxa Rezan a navend pêk hat.

Tê îddîakirin pîreka ku ji qata 6emîn dema ku paqijîyê dikir hevsengîya xwe winda kir û ket xwarê, canê xwe ji dest da.

Welatîyên ku dîtin ji avahîyekî kesekî ketîye xwarê, ji ekîbên polês û tenduristîyê re xeberê şîyandin.

G.U. yê ku li cîhê bûyerê midexeleya ewil a tenduristîyê hat kirin ji Nexweşxaneya Dewleta Mîdyadê re hat rakirin.

Ceseda pîrekê ji mergê re hat rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.