Pîrekên Dîyarbekirî ji bo Xezzeyê meşîyan

Pîrekên Dîyarbekirî ji bo Xezzeyê meşîyan

Ji bernameya “Em Ji Bo Xezzeyê Dimeşin” ku jıj teref Baskên Ciwanî yê Dîyarbekirê yê HUDA PARê ve bi şîara “Bila Li Xezzeyê Pîrek Nemirin” hatibû destpêkirin re gelek mirov beşdarî bûn.

Bi hezaran pîrek yên ku li ser Ceddeya Ehmedî Xanî kom bûn, ji Fîlîstînê re siloganên destekê gotin û meşîyan.

Pîrekên ku di destê wan de alên Fîlîstînê û qaxizên ku li ser nivîs hatibûn nivîsandin hebûn, bi tevî cil û bergên xwe yên bi xwîn daxuyanîya çapemenîyê lidarxistin.

Di bernameyê de bi navê TESSEPê Zehra Çetîz û bi navê ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî Sîdret Kaya axavtinekî silavdayînê kirin.

Havva Solmuş di bernameyê de ji bo Fîlîstînê şiîrekî xwend û daxuyanîya çapemenîyê jî ji teref Sumeyra Dogana ku di Baskên Pîrek ya Dîyarbekirê ya HUDA PARê de ye ve hat xwendin.

“Dema ku pîrek tênê qetilkirin maskeyên wan mirovên ku di Perperoka Zêr de di nav kêfxweşîyê de dîyarîyan distînin dikeve xwarê”

Dogan di axavtina xwe de destnîşan kir ku li Xezzeyê ji 7ê Comehê vir ve li ber çavê dinyayê qetlîam û wehşetek tê kirin û ew qetlîam û wehşet berdewam dike, “Êdî hejmarê xûşk û birayên me yên Fîlîstînî yên ku li Xezzeyê di êrîşa rejîma îşxalkeran de şehîd bûne û birîndar bûne ji reqeman pêşvetir bûye. Çîmkî çeteyên sîyonîstan li Xezzeyê, li ber çavên dinyayê sûca qirkirinê lidardixe. Her roj ku diçe wehşeta sîyonîstan zêde dibe û camî, nexweşxane, dibistan û cîhên sîvîlan tênê bombekirin. Ji sedî 60ê Xezzeyê xera û wêran bûye.”

Dogan bal kişand ku sîyonîstan di êrîşên xwe de tu sînor, qural û qaîdeyan nasnake pîrek, zarok, zilam û îxtîyaran dikuje, “Ev wehşet, rûyê rast yê Rojavayê derxistîye holê. Dema ku li Xezzeyê wehşetekî mezin tê jîyankirin; dema ku zarok, pitik û pîrek tênê qetilkirin di dîyarîyên Perperoka Zêr de ji kuçika ku navê wê Lolîye re silav tê şandin û ev tişt jî ji teref mirovan ve tê çepikkirin, ji ber vê yekê rûyê rast yê wan kesên ku însanîyeta wan qedîyaye derketîye holê û maskeyên wan ketîye xwarê.”

“Ew ê malbata însanîyetê, daîma wan zalimên ku bi dayîka ku di destê wê de zaroka wê ya bi kefen hebû re henekên xwe dikirin wê daîma bi lenet yad bike”

Dogan di axavtina xwe de derheqê xebatên reqlamên ku bi însanîyetê re henekê xwe dike de jî axivî û weha got, “Li Xezzeyê qetlîam û qirkirin tê lidarxistin, lê marqeyekî cil û bergan jî tinazê xwe bi dayîka ku zarokê wê di hembêza wê de di nav kefenê de ye tîne, di vê dewrê de jî ew ê însanîyet, we û zaliman lenet bike. Ev xebat û micadeleya we beredayî ye, em ê ji vê micadeleya we ya ku hûn dixwebitin ku ev tiştê normal bikin re wê bibêjin ‘Ji bo zaliman bijî cehennem, bila wan sîyonîstên ku pîrek û pitikan dikuje qehr bibe.’ “

Dogan derheqê rewşa serokên dewletan de jî bang kir û weha got, “Di serî de serokên Rojavayê gelek û serokên firotî, ji qetlîma ku li dijî pîrek, zarok û îxtîyaran li Xezzeyê tê kirin re ji girtina çav û gohên xwe zêdetir ji wan qetlîaman re destekê didin.”

“NY, WHO û UNESCO xeyn ji tabelayekî ji tu karî re nabin”

Dogan, “Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tenduristî yê Cîhanê û UNESCO tenê tabelayekî ne û ji vêya zêdetir jî tiştekî nînin. Em jî dibêjin ku di vê dinyaya ku xûşk û birayên me yên Misilman li Fîlîstînê tênê qetilkirin de gotina mafên însanan ji gotinekî zêdetir nîne.”

“Welatên azad, divê ji zilleta îzîn standina ji sîyonîstan a derheqê gihandina alîkarîyê ji bo Xezzeyê de xelas bibin”

Dogan di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Lazim e ku ji bo Xezzeyê gihandina alîkarîya av, xwarin, derman û sitargehan bi lez û bez ‘qorîdora alîkarîya însanî’ bê vekirin. Welatên azad yên ku Fîlîstînê wek dewletê nas dikin, divê ji zilleta îzîn standina ji sîyonîstan a derheqê gihandina alîkarîyê ji bo Xezze û Hamasê de xelas bibin. Divê van welatan ji HAMASê re minasebetên sîyasî, tîcarî û leşkerî bikin. Heta ku bi temamî dawî bibe jî bi sîyonîstan re hemû minasebetên sîyasî, tîcarî û leşkerî bên qutkirin. Divê ji qetlîam, qirkirin û êrîşa sîyonîstan re mueyyîde bên kirin. Sîyonîst encax ji qewetê fêhm dikin, divê ummeta Îslamê vê qeweta xwe nîşan bide. Doza Fîlîstînê doza hevpar yê ummetê ye. Mescîdî Eqsa û Quds nirxeke hevpar yê Misilmanan e. Divê ev şiûr neyê windakirin û ji neslan re bê qalkirin. Em wek Baskên Pîrek ya HUDA PARê dibêjin ku; em li cem Mescîdî Eqsayê ku qîbla me ya ewil e, xûşk û birayên me, dayîkên Fîlîstînî û xûşk û zarokan in.”

Bername bi xwendina duayê ku ji teref Meryem Avci ve hat xwendin dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.