“Pişîka Wanê dernexin derveyên bajêr”

“Pişîka Wanê dernexin derveyên bajêr”

Midûrê Navenda Lêkolîna Pişîkên Wanê yê YYUyê Prof. Dr. Abdullah Kaya diyar kir ji bo ku turîzm û nifşa Pişîka Wanê biparêzin divê ku bes vê pişîkê li Wanê bihewînin.

Midûrê Navenda Lêkolîna Pişîkên Wanê yê YYUyê Prof. Dr. Abdullah Kaya diyar kir ji bo ku turîzm û nifşa Pişîka Wanê ya çavekî wê zer û ya din jî şîn e biparêzin divê ku bes vê pişîkê li Wanê bihewînin.

Prof. Dr. Abdullah Kaya di derbarê pişîkên Wanê de ji ÎLKHAyê re axavtin kir. Kaya diyar kir ku Pişîka Wanê kira di nav avê de soborî bike û ew ji avê pirr hez dike.

Kaya destnîşan kir ji bo di derheqê pişîkan de lêkolîn were kirin, nifşa pişîkan were parastin Navenda Lêkolîna Pişîkên Wanê di sala 1992yan de di bin sîwana Zanîngeha Yuzuncu Yilê de hatiye sazkirin.

Kaya wiha diyar kir: “Navenda Lêkolîna Pişîkên Wanê bi taybet ji ber ku bi pişîkên Wanê re eleqeder dibe em sala 2016an ji bo xwe salekî bi randiman dihesibînin. Gor sala 2015an jimara pişîkên tovî yên mê û têjikên ku me ji pişîkên tovî girtiye zêde ye. Ev yek jî dide nîşandan ku ev ji bo me salekî bi randiman bûye.”

Kaya diyar kir ku Pişîkên Wanê yan her du çavên wê zer in an jî şîn. Hinek jî çavekî wan zere ya din şîn. Dûvre Kaya ragihand pêwîst e ku Pişîkên Wanê dernekeve derveyê bajêr. Divê ku gel vê pişîkê mereq bikin û ji bo vê yekê werin bajêr. Ev yek jî ji bo turîzmê baş e. Kaya wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku nifşa pişîkên çevekî wan zer e ya din şîn e bi xeteriyê re rû bi rû mane em wê li vir diparêzin. Ji ber ku pişîkên çevekî wan zer e ya din şîn e kêm tên dinê derxistina van pişîkan bi zerer e.” (ÎLKHA) 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.