Piştevanên îşxalê hat protestokirin

Piştevanên îşxalê hat protestokirin

Di serî de Emrîka û Îngîltere û welatên Ewrûpayê destek dan êrîşên siyonîstan. Evîndarên Pêxember û Platforma Azadiya Qudsê li ser Konsolosxaneya Îngîltereyê protesto lidarxistin.

Li gelek bajarên cûda yên Tirkiyê ji bo Xezzeyê bernameyên destekê dewam dike.

Weqfa Evîndarê Pêxember û Platforma Qudsa Azad li ber Konsolosxaneya Îngîltereyê ku destekê didin siyonîstan protesto lidarxistin û beyanata medyayî dan.

Endam û dildarên Weqfa Evîndarê Pêxember bi dovîzên ku li ser nivîsên bertekê li dijî siyonîstan û Îngîltereyê hatibûn nivîsandin kom bûn û zila siyonîstan û desteka xerbê protesto kirin.

Beyanata medyayî bi xwendina qurana pîroz hat destpêkirin. Dûre nivîskar û rojnamevan M. Zulkuf Yel axaftinek kir û weha got:“Îro li Filistînê, li Xezzeyê li dijî însaniyetê qirkirin tê kirin. weka hinek kes jî dibîne, ev mesele ne ya Filistînîyan, ereban, û muslumana tenê ye. ya temamî însaniyetê ye. însaniyet dimire. Ji ber vê yekê divê di serî de em musluman û dûre temamî însaniyet êdî karekî bikin û gavên emelî bavêjin. Ji bo gavên emelî lazim nake ku em jî bibin Filistînî û yan jî ereb. Divê bê zanîn ku di dinyaya ku tê de zarok tên qetil kirin de wê tu rihetî ji tu kesî re nemîne. Heger zarok dimirin, deh qatî zêdetirê hîroşîmayê bombe tên avêtin û tu kes deng nake, naxwe ev tê vê maneyê ku însaniyet miriye.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.