Piştî 21 Salan
Piştî 21 SalanLi Somalî Meclîsa Ewil Avabû
Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Somalî, piştî 21 salan meclîsa ewil avabû. Hat îfade kirin ku aşîretê wekîl neqandine.
Merasîma sonda wekîlan li paytext Mogadîşû li firogehê hat li dar xistin. Bi vî awayî dewra 8 salî ya guherbar ya ku teşkîlata Dewletên Yekbuyî destek didayê jî bi dawî bû. Piştî 21 salan meclîsa ewil ya Somalî avabû. Ji 275 wekîlan 211 heb ji teref lîderên aşîretan ve hatin hilbijartin.
Piştî avabûna meclîsê, divê serekcimhûr jî bê hilbijartin. Feqet ji ber muddeta wekîltiyê nehatiye tije kirin, tarîxa hilbijartinê ne bellû ye. Tê îfade kirin ku serekcimhûrê niha Şêx Şerîf Ehmed, namzetek xurt e. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.