Piştî êrîşê bes serpêhatiyên wan man
Li Diyarbekirê piştî ku ji teref PKKê ve êrşa bombeyî hat lidarxistin bes serpêhatiyên kesên ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn ma.
Piştî êrîşa ku li navçeya Baglara Diyarbekirê ya wek bombeyî ji teref PKKê ve hat lidarxistin gelek însan jiyana xwe ji dest dan. Pîştî mirina wan bes serpêhatiyên wan li paş man.
Piştî êrîşê hinek zarok man hêtîm, hinek ji wan him dê û bavtî dikir û hinek ji wan ên ku şerê navxweyî ya Sûrî revîbûn û li Tirkiyê sitirîbûn jî li vê welatê tenê bi serê xwe man.
Zeynep Sevînçer
Zeynep Sevînçera ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da 28 salî bû. Sevînçer 4 salî ya din 4 mehî bi tevahî 2 zarokên wê hebû. Ew 15 roj berê bûbû xwedî avahiya ku çendîn sal bû wê xiyal dikir. Lê bombeya PKKê him Sevînçerê kuşt him jî mala wê xera kir. Dema ku Sevînçer taştê ji zarokên xwe re amade dikir ev teqîn çêbû.
Halîme Bulut
Qurbaneke din a ku di teqînê de jiyana xwe ji dest Halîme Bulutê 61 salî bû. Buluta ku ji ber qîza wê ya ducanî razabû pir bextewar bû. Bi wê kelecanê ew bi tavdanê re ketibû rê da ku were qîza xwe bibîne. Buluta ku hemberê wesayîta bombebarkirî li ser peyarêyê dimeşiya guhên wê giran bû. Di encama teqînê de Bulut wefat kir.
Bulut piştî ku mêrê wê di sala 1987yan de ji ber nexweşiya gurçikê jiyana xwe ji dest dabû 4 zarokên wê bê bav mabûn. Mala Buluta ku piştî mirina mêrê xwe mecbûr mabû li zarokên xwe binêre jî ji teqînê zirarê dîtibû.
Merve Erman
Merve Ervanê ku di encama êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest da hêj 16 salî bû. Zû barê dinê hilanîbû ser milê xwe. Ermana ku di zaroktiyê de diya wê wefat kiribû ji bo ku li bavê xwe yê astengdar binêre û ji aliyê aboriyê vw îhtiyaciya mala xwe temîn bike dixebitiya. Erman dema serê sibê ji bo ku biçe îş li rawestgehê bû dûçarê êrîşa bombeyî bû û jiyana xwe ji dest da.
Abdurrahman Hesen
Abdurrahman Hesenê 39 salî yê ku ji ber şerê Sûrî hatibû li Diyarbekirê ositirîbû ji bo ku biçe îş ji mal derketibû. Lê êdî ew nezivirî malê. Teqîn wî di rawestgehê de girt. 4 sal berê ji Hesekeya Sûrî hatibû Tirkiyê. Hesen çû lê jina wî û 3 zarokên xwe ve tenê man. Hesen li Hesekê hat definkirin.
Riza Çinar
Riza Çinarê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da 25 salî bû. Çinar piştî ku bi wesayîta xwe li wesayîta bombebarkirî ket wesayîtê şopand. Piştî ku Çinar wesayîtê da sekinandin dît ku minîbus ji teqemeniyê hatiye dagirtin. Li ser vê yekê Çinar wek qêrîn diyar kir ku di wesayîtê de teqemenî heye. Çinar hewl da ku ji hawîrdor dûr bibe lê wextê mirina wî hatibû. Çinarê li Goristana Yenkoyê definkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.