Piştî şehadeta Serokê HAMASê Arurî ji teref berxwedan û xelkê ve bertek hat nîşandan

Piştî şehadeta Serokê HAMASê Arurî ji teref berxwedan û xelkê ve bertek hat nîşandan

Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îzzet El-Rîşk, bal kişand ku şehîdbûna Salîh el Arurî ya ji teref rejîma îşxalker ve hat şehîdkirin ew ê micadeleya xelk û berxwedanê neşkîne, ji ber vê yekê li Şerîaya Rojavayê xwepêşandan hatin destpêkirin.

Sîyonîstên îşxalker li Beyrûtê êrîşî Biroya HAMASê kir, di encama êrîşê de Serokê HAMASê Salîh El Arurî şehîd ket.

Piştî şehadeta Arurî ji teref endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îzzet El-Rîşk ve daxuyanîyek hat belavkirin.

El Rîşk weha got, “Suîqestên tirsonek yê rejîma îşxalker a di nav Fîlîstînê de û li derveyê Fîlîstînê ku li dijî xelk, serok û navên nîşandaran tê lidarxistin, ew ê di şikandina îrade û biqerartîya xelkê me û berdewamkirina berxwedana me de tiştekî jî bidestneke. Ev êrîşa dijmin, cardin nîşan dide ku dijmin li Xezzeyê nikare hedefên xwe bikarbîne.”

Xeyn ji vê daxuyanîyê piştî şehadeta Arurî li Şerîaya Rojavayê xwepêşandan hatin destpêkirin. Berxwedêran li Şerîaya Rojavayê, ji bo tertîpkirina meşan banga lezgîn kirin.

Tevgerên Îslamî û netewî yên li Şerîaya Rojavayê, ji bo cenazeya Salîh El Arurî wê îro xwepêşandanekî mezin lidarbixe.

Ji teref komên berxwedanê ve jî daxuyanî hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Sîyonîstê dijmin, wê berdêla hemû sûcan bide.

Em şîna Şehadeta Serokê neteweyê mezin Salîh El Arurî ku di encama suîqestekî de şehîd bûye dikin.

Ev suûqesta tirsonekî a sîyonîstan û şehadeta Şêx Salîh ew ê îradeya xelkê me neşkîne, bîleqs ew ê çalakîya şoreşger û berxwedana mêrxas zêde bike. Em ji li vê derê diyar dikin ew ê şehadeta wî, ji dijmin re bibe agir û felaketekî mezin.

Ew ê dijminê sîyonîst û serokên wî yên hov, berdêla çalakîyên xwe yên faşîst û şehadeta fermander Salîh El Arurî bide.”

Di êrîşa Beyrûtê de 6 kes şehîd bûn

Li gorî Ajansa Xebera Netewî ya Libnanê ÎHAyekî aîdê rejîma îşxalker, li herêma Maşrafîyeya ku girêdayê Dahîyeya Beyrûtê ye ofîsa HAMASê bombe kir.

Di encama êrîşê de li gorî diyarîyên ewil Alîkarê Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Salîh El Arurî û 5 fermandar şehîd bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.