“PKK li gor dewletên ku wî bikartînin hereket dike”

“PKK li gor dewletên ku wî bikartînin hereket dike”

Nivîskar-Lêkolîner Îbrahîm Guçluyê ku venekişîna PKKê ya ji Şingalê nirxand destnîşan kir PKK rêxistineke taşeron e û li gor dewletên ku wî bikartînin hereket dike.

Nivîskar û Lêkolîner Îbrahîm Guçlu venekişîna PKKê ya ji Şingalê û pevçûna ku di navbera PKK û Pêşmergeyan de derket de nirxandinan kir  û diyar kir PKK rêxistineke taşeron e û li gor dewletên ku wî bikartînin hereket dike.

Guçlu di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK ji roja ku hatiye damizrandin vir ve  her tim li Herema Kurdistanê provokasyonan dike  û tu heq û hiqûqan nas nake. Guçlu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî salên 1984an  problema PKKê li Herema Kurdistanê gihaşt asta herî jor û PKK di her firseta ku bi dest xist de êrîşan li dar xist. Piştî salên 1990an temamê dewletan li ser Iraqê ambargo danîn. PKK ji ber ku kêfa wî ji Barzanî û YNKê re nedihat ew jî ambargoyek danî li ser Kurdistana Başûr. Ji ber wê yekê li Kurdistana Başûr bicîbûna dîroka PKK ji mêj ve ye. Hetta di dîrokên 1993-95an de gelek pevçûnên tund çêbûn. Dû re PKK mecbûr ma ku vekişê. Dû re li Kurdistana Başûr peymanek hat kirin. Li gor wê peymanê PKK dê hikûmraniya Herema Kurdistana Başûr qebûl bike  û li gor hiqûqa wê derê tevbigere. Lê belê PKK tu carî bi vî şiklî hereket nekir. Lewra PKK ne rêxistineke xweser û azad e. PKK rêxistineke taşeron e û li gor dewletên ku wî bikartînin hereket dike.  Ji ber wê yekê di navbera  PKK û Baasê de pêwendî heye. Baas dema ku dixwast wan  berdida  hêzên Kurdan.”

Guçlu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  PKK ji bo temamê Kurdan mişkîle û problemek e û wiha pê de çû: “PKK rêxistineke taşeron e û li gor dewletên ku wî bikartînin hereket dike. Di rêxsitinên taşeron de dema ku  mutahîd bên guhartin dîsa taşerontiya mutahîdeke nû tê kirin.”(ÎLKHA)




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.