Pkkyî yên Parîsê Kî Kuşt?

Pkkyî yên Parîsê Kî Kuşt?

Li gor beyanata ji alî Dozgerê Fransa ve hat kirin, kesê ku cara dawî bi Sakîne Cansiz re hatiye dîtin Omer Guneye.

 Pkkyî yên Parîsê Kî Kuşt?

Li gor beyanata ji alî Dozgerê Fransa ve hat kirin, kesê ku cara dawî bi Sakîne Cansiz re hatiye dîtin Omer Guneye.

Dozger di derbarê cînayetan de me’lûmatên giştî da û go: Li Fîdan Doğan 4, li Sakîne Cansiz 3 û li Leyla Soylemez jî 3 gulle îsabet kirine. Dozger dîsa beyan kir ku sîlehek hatiye dîtin û ev sîlah nîv otomatîk e.  

Dozger dîsa beyan kir ku: Kamerayên Trafîkê û yên dikanên der û dor hatine lêkolîn kirin û hatiye dîtin ku Omer Guney bi Sakîne Cansiz re di se’et yazde û nîva de hatiye ciyê ku cînayet hatiye kirin û se’et yazde û pêncî deqîqeyî de ji ciyê cînayet hatiye kirin derketiye. Guney cara duduya se’et dozde û yazde deqîqeyî de hatiye ciyê cînayetê û vêcarê jî se’et di dozde û pêncî û şeş deqîqeyî de ji cîyê cînayetê çûye.

Dîsa hatiye tespît kirin ku Omer Guney rojek beriya cînayetê li ser navê Sakîne Cansiz hezar awro kişandiye û dema hatiye girtin li serê 930 awro hebûye.

Omer Guney li gor hatiye fêm kirin, di sala 1982uya de li Şarkişla Sêwasê hatiye dinyê û ev di sale mensûbê Pkkê bûye. Dozger beyan kir ku, Guney di dema îfada xwe de cînayetê î’tîraf nekiriye lê belê ji ber ku îfadê li hev nayên daye şupheyan kişandiye ser xwe.

Di hêla dî de li ser çenteyekî Guney şopa barûtê hatiye dîtin û ji ber van delîlan Guney gumanbarê sereke hatiye qebûl kirin.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.