Plana Xaniyên Îsraîl Li Dijî Hiqûqa Navnetewiye

Plana Xaniyên Îsraîl Li Dijî Hiqûqa Navnetewiye

Teşkîlata dewletên yekbûyî beyan kir ku, Îsraîl bi plana avakirina xaniyên nû yên li erda îşgal kiriye, heqên însana yên Fîlîstînî îhlal dike.

 Teşkîlata dewletên yekbûyî beyan kir ku, Îsraîl bi plana avakirina xaniyên nû yên li erda îşgal kiriye, heqên însana yên Fîlîstînî îhlal dike. Ji Fransa, Pakîstan û Botsvana hinek lêkolîner diyar kirin ku, Îsraîl îhlalên heqên însana yên mezin rast dike û xwest ku hikûmet dev ji xebatên avakirina xaniyan berde.

Li gor rapora dewletên yekbûyî ya nû, Îsraîl li deverên ku îşgal kiriye, dezgeha avakirina xaniyan saz kiriye, bi wî awayî heqên Fîlîstîniyan îhlal dike, Fîlîstîniyên wir sirgûnî derve dike, erd û xaniyên wan winda dike, wan marûzî şîddetê dike. Di raporê de tê gotin ku, Îsraîl li rojhilata Qûdsê û li Şerîa Rojava gelek xaniyan bê îzin avakirine. Li van doran nêzî 520 hezar siyonîst Îsraîlî dijîn.

Hikûmeta terorîst Binyamîn Netanyahûyê, lez daye avakirina xaniyan, zêdekirina nifûsa yahûdiyan ya li Qûds û Şerîa Rojavayê. Hikûmeta siyonîst, vê îhlalkirinê kiriye polîtîkaya dewleta Îsraîl.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.