Plangêrê êrîşa Qeymeqam Safîturk hat girtin
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soyludestnîşan kir plangêrê êrîşa ku li Qeymeqamê Dêrikê Muhamme Fatîh Safîturk hatibû kirin hatiye girtin.
Li Dêrika Mêrdînê di 10ê Mijdara 2016an de bi teqemeniyê êrîş li Qeymeqamê Dêrikê Muhammet Fatîh Safîturk hatibû kirin û Safîturk di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji teref Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve hat diyarkirin ku plangêrê vê êrîşê hatiye girtin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.