Platforma Nesla Quranê derheqê “Şeva Qedrê” de peyamek belav kir

Platforma Nesla Quranê derheqê “Şeva Qedrê” de peyamek belav kir

Platforma Nesla Quranê bi minasebeta “Şeva Qedrê” peyamek belav kir û di peyamê de şeva hemû alema Îslamê pîroz kir, ji bo Xezze, ummet însanîyetê jî banga duayê kir.

Şeva Qedrê, ji hezar mehan xêrtir e û di vê şevê de Qurana Pîroz hatîye şandin, ji ber vê yekê Platforma Nesla Quranê jî peyamek belav kir û di peyama xwe de Şeva Qedra hemû alema Îslamê pîroz kir.

Peyama Platformê ji teref Koordînatorê Edeneyê Osman Yalçinkaya ve hat xwendin û weha hat gotin, “Divê em vê şevê di camîyan de an jî di malên xwe de di nav riha îtîqafê de derbas bikin; divê em ji bo Xezzeyê, ummetê û însanîyetê duayê bikin. Ji vê aczîyeta ku em li hember wehşeta îsraîlê nîşan didin jî ji Xwedê efûyê bixwazin.”

Di peyamê de ev ayeta Xwedê hat bibîrxistin, “Bêguman Me ew (Quran) di Leyletu’l-Qedrê de hinartiye. Ma kê te fêrkiriye heta ti zanibe ka Leyletu’l-Qedir çi ye? Şeva Qedrê ji hezar heyvî bixêrtir e. Di wê şevê de, melayîket û Ruh (Cibrîl) bi destûra Xwedayê xwe, der barê her kar û barî de têne ser erdê. Ew şev selametî û aramî ye. Heyanî spêdeyê berdewam e.” Û hat îfadekirin ku vê şevê ji bi hezaran mehan xêrtir e.

Osman Yalçinkaya îfade kir ku demên mibarek êdî diqedin, “Em wa têne dawîya Sê Mehên ku ji teref Xwedayê me yê xwedîyê merhamet û comêrdîyê ye ve ji me re hatîye litfkirin û îkramkirin. Di nav Sê mehên mibarek ku ji bo tîcareteke ku qezenca wî gelek zêdeye firsedek e de şevên ku bexşkirin û îkramên wan zêdene hene. Bêguman ji van şevan yek jî Şeva Qedrê ye, wek ku di Sûreya Qedrê de derbas dibe vê şevê ji bi hezaran mehan xêrtir e û ji heştê sal an jî çêtir e.”

“Divê ji bo Xezzeyê, ji bo ummetê û ji bo însanîyetê dua bê kirin”

Yalçinkaya di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku divê di her şert û mercê de vê şevê bê îdreqkirin û ji bo Fîlistînê jî dua bê kirin, “Divê em vê şeva biqîmet bi tevî malbata xwe di camî û malên xwe de di nav rihê îtîqafê de derbas bikin; divê em ji bo Xezzeyê, ji bo ummetê û ji bo însanîyetê dua bikin, Ji vê aczîyeta ku em li hember wehşeta îsraîlê nîşan didin jî ji Xwedê efûyê bixwazin. Em ji Xwedê bixwazin ku bila ji bona xatirê vê şeva bimbarek êşên ku li Xezzeyê têne kişandin dawî bike, bila seltaneta îsraîlê, Emrîqayê, hemû hevkarên wan ên zalim û serokên xaîn û quqla yên ku li ser dewletên îslamê ne jî li ser serê wan xera bike. Bila ji me re, ji welatê me re û ji alema Îslamê re mizgînîyên ku me kêfxweş dike bide. Em bi vê wesîleyê Şeva Qedra hemû xelkê xwe û alema Îslamê pîroz dikin, em hêvî dikin ku bila vê şeva bimbarek bike destpêka xeberên mizgînîyê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.