Platforma Rabîayê Daxwaza Alikariyê Kir

Platforma Rabîayê Daxwaza Alikariyê Kir

Platforma Rabîayê ya Navnetewî ji bo Sûriye û Ğezzeyê, gazî kir ku alîkariyên malzemên tibbî û acîl bên kirin

Platforma Rabîayê ya Navnetewî ji bo Sûriye û Ğezzeyê, gazî kir ku alîkariyên malzemên tibbî û acîl bên kirin. Platformê bangî alema îslamê, rêxistinên navnetewî, welatên cîran û mirovahiyê kir ku seferber bin, boykot, îşğal û komkujî bên sekinandin û alîkariyeke bi lez bê kirin.

   Di beyanata platformê de wiha hat gotin:"Wê xelkê Sûriyê zivistana 3an derbas bikin, lê ji bo vê zivistana dijwar bêtevdîr in. Heta niha 12 hezarên wan zarok, bi tevahî 150 hezar mirov mirin. 2 û nîv milyon kes li derveyî Sûriyeyê ne, 5 milyon kes di nav welêt de ji warên xwe bûne. Xwarin, lixwekirin û xaniyên 12 milyon û 900 kesî tune ye. Ji sedî 70 xebatkarên tenduristiyê, welat terikandine û ji hêla tenduristiyê ve binesazî nema ye.”

   "Li Ğezzeyê jî boykot û îşğal, ev 7 sal e ku bi hemû şîddeta xwe dewam dike. Ceyran, ardû, xwarin, cil û berg tuneye û jiyan her diçe dijwar dibe. Ji ber ku Derîyê Sînor ê Refahê hatiye girtin, îdara derbeya cûntaya Misrê, tûnel hilweşandine, Îsraîl jî amborgoyeke neheq û ğeyrî însanî didomîne, li Ğezzeyê jiyan pir zehmet e. Alîkarî nagihêjin herêmê. Ji ber vê, zarok dimrin. Nexweş nikarin bên tedawîkirin.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.