Polêsan midaxeleyî hilberînerên tûtinê kirin

Polêsan midaxeleyî hilberînerên tûtinê kirin

Li Semsûrê kesên ku hiberîna tûtinê dikin xwestin wê qedexeyaderbarê tutunê ya ku ji meclîsê re hat teqdîm kirin protesto bikin li rasta midaxeleya polêsan hatin.

Digel pêşnûmaya ku hat amadekirin ew ê ji kesên ku tûtina ku bo kişandinê amade ye û paketkirî bifiroşin re ji 3 salan heta 6 salan ceza bê dayîn.

Li Semsûrê kesên ku tûtinê hildiberînin bo vê pêşnûmayê protesto bikin li hev kom bûn. Li navenda bajêr gelek polês bi TOMAyan midaxeleyî kesên ku li hev kom bûn û xwestin qanûnê protesto bikin kirin. Di xirecira ku derket de gelek kes hatin binçavkirin.  Di dema midaxeleya polêsan de gelek dikan û kargeh zirar dîtin. Li bajêr gengeşî berdewam e.(ÎLKHA)


























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.