Polêsê ku bû sedema mirina du bireyên ku di mala xwe de radizan hat girtin
Li Silopiya Şirnexêwesayît zirx a polêsan ji ber ku li malekê qelibî bû 2 birayên ku di mala xwe de radizan jiyana xwe ji dest dabûn. Polêsê ku ji van mirinan re bûbû sedem hat girtin.
Berî vê çend rojan li Silopiya Şirnexê wesayîta bi zirx a polêsan li malekê qelibî bû dîwara malê di ser 2 birayên bi navê Furkan Yildirim û Muhammed Yildirimê ku di mal de bûn de ketibû. Ji ber ketina dîwêr her du zarok jî jiyana xwe ji dest dabûn. Polêsê ku ji van mirinan re bûbû sedem hat girtin.
Serdozgeriya Komare yê Silopiyê di derbarê mirina du birayên ku jiyana xwe ji dest dabûn de lêpirsîn vekir. Polêsê ku ajokarê panzerê bû û bûbû sedema mirina her 2 birayan ji teref Hakimtiya Cezaya Sulhê ya Silopiyê ve hat girtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Serdozgeriya Komare yê Silopiyê Mehmet Patlak ve hat dayîn de hat ragihandin lêpirsîna ku hatiye destpêkirin bi şikleke hesas tê birêvebirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.