Polesên ku ji FETO hatine îxraçkirin dê eskeriyê bikin
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik diayr kir polêsên ku ji ber ku têkiliya wan bi FETO re heye û ji ewlehiyê hatine îxraçkirin mecbûr in ku eskeriyê bikin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işikê ku diyar kir ji bo polêsên ji ber ku têkiliya wan bi FETO re heye û ji ewlehiyê hatine îxraçkirin mecbûriyeta kirina eskeriyê heye di berdewama axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Ev yek zarûrî ye. Hejmera navên kesên ku dê eskeriyê bikin hezar 590 e. Heta niha ji ewlehiyê ev qas hatine lê belê xebat hêj didomin. Her çi qas tespît hatin kirin, ji bo eskeriya xwe bikin ew ê nav ji me re bên şandin. Polêsên ji ber ku têkiliya wan bi FETO re heye û ji ewlehiyê hatine îxraçkirin dê li eskeriyê bê çek û bê muhîmat nobetê bigrin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.