Press Hat Protestokirin
Serekcimhûrê Îsraîlê Şîmon Press, bi munasebeta têkiliyên bi yekîtiya Ewrûpayê re, çû Brukselê. Li wir ji zanîngeha serbest ya Brukselê dora 200 xwendekar, hatina Press protesto kir.
Serekcimhûrê Îsraîlê Şîmon Press, bi munasebeta têkiliyên bi yekîtiya Ewrûpayê re, çû Brukselê. Li wir ji zanîngeha serbest ya Brukselê dora 200 xwendekar, hatina Press protesto kir.
Gava teşkîlatên yahûdiyan yên li Belçîkayê ji bo Press xwarinekê dan, 200 xwendekar bi alayên Fîlîstînê, li ber seraya akademiya qraliyetê bi sloganan civîyan. Xwendekar di sloganên xwe de wiha gotin “Me Ğezzeyê ji bîr nekiriye. Terorîst Press. Li Îsraîlê boykot”
Her wiha xwendekaran, rektorê zanîngehê yê ku tevlî xwarinê bûye, bi xaîntiyê sûcdar kir. Polîs tedbîrên berfireh girtin. Protesto bê zirar bidawî bû.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.