Programa Nukleerê Ya Îranê
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Ramîn Mîhmanperest, di civîna xwe ya hefteyî de, li ser muzakereyên nukleerê da zanîn ku, ji bo hevkariyê amade ne.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Ramîn Mîhmanperest, di civîna xwe ya hefteyî de, li ser muzakereyên nukleerê da zanîn ku, ji bo hevkariyê amade ne.
Mîhmanperest diyar kir ku, eger saziya enerjiya atomiya navnetewî, heqê bidestxistina enerjiya nukleerê qebûl bike, wê gelek mesele bên halkirin. Eger bi saziya han re lihevkirin pêk bê, dibe ku kontrolkirina tesîsa eskerî ya Parçînê, ji nû ve were rojevê.
Mîhmanperest wiha xeber da “Em ji wan hêviya rêzgirtina ji heq û hiqûqê me re dikin. Bi saziya han re, ji bo lihevkirinê şert û dem musaîd in. Di meselê de em bi hêvî ne. Tu belge tune ku, fealiyetên enerjiya nukleerê ji riya aştiyane dageriyaye. Her dewlet xwedî heq e ku, aştiyane enerjî û teknolojiya nukleerê bidest bixe. Divê tu dewlet, ne li pey sîlehên nukleerê be.”
Her wiha Mîhmanperest da zanîn ku, divê dinya ji sîlehên komkujiyê bên parzûnandin û ewilî jî divê dewletên ku, xwediyê van sîlehan e dest bi tevgerê bikin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.