PROJEYA DEŞTA SÛRÛCÊ

PROJEYA DEŞTA SÛRÛCÊ

Li gor beyana muşawiriya wezareta daristan û karên avê, li deşta Sûrûcê xebata avdana pompajê dewam dike

Li gor beyana muşawiriya wezareta daristan û karên avê, li deşta Sûrûcê xebata avdana pompajê dewam dike. Eger projeya avdanê biqede, wê 190 hezar kes bên îstîhdam kirin.

Di nav vê xebata projeya avdanê de, tiştê muhîm çêkirina tunelê yê. Eger proje temam bibe, wê tunela herî mezinê heftemîn a cîhanê bê ava kirin. Tunel 17 hezar û 185 metre dirêj e. Çapa hundirê wê 7 metre ye. Çapa dervê wê nêzî 8 metre ye. Heta niha nêzî 10 hezar metre hatiye kolandin. Heger ev xebata tunel û 8 unîteyên avdanê bên qedandin, wê 950 hezar dekar arazî karibe bê avdan.

Li gor miduriya DSÎyê, eger proje biqede, wê salê 270 milyon lîra kar bê kirin û wê nêzî 190 hezar kes bên îstîhdam kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.