Projeya Nabucco Betal Bû

Projeya Nabucco Betal Bû

Projeya ku wê gaza tebiî ya Azerî, bi ser Yewnanistan û Arnawûtê re bigihîjîne Îtalyayê, li paytext Atînayê hat îmzekirin.

Wezîrê maliyê yê Yewnanistanê Yannî Stornaras, da zanîn ku wê proje ji bo ekonomiya welêt ya di qrîzê de baş be.

Di çarçova projeyê de bi xeta boriya gaza trans Anadoluyê, gaz bi ser Tirkiyê re jî derbas dibe. Proje di 2019an de temam dibe. Li gorî projeyê Tirkiye salê 6 milyar metrekûb, Ewrûpa jî salê 10 milyar metrekûb gaza tebiî temîn dike.

Bi vê projeyê, projeya Nabucco (Nabûko) ya ku Botaş jî şirîkê wê ye û ji aliyê enerjiya Tirkiyê ve projeya herî mezin dihat hesibandin, ji rojevê derket. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.