Projeyên Huda Parê Yên Ji Bo Amed'ê

Projeyên Huda Parê Yên Ji Bo Amed'ê

Namzetê Huda Parê yê ji bo şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê parêzer M. Huseyîn Yilmaz ji rojnameya Doğruhaberê re, li ser projeyên xwe xeber da

Namzetê Huda Parê yê ji bo şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê parêzer M. Huseyîn Yilmaz ji rojnameya Doğruhaberê re, li ser projeyên xwe xeber da.

Yilmaz da zanîn ku xelk ji Huda Parê hevîyên mezin dikin û wiha got: “Xelk ji bêxizmetîyê, terefgîriya siyasî, ruşwet û bertîlê û ji şêlandin û xeracê bêzar û şerpeze ye. Îdareke şefaf û îdarevanên adil û durust dixwazin. Me ji bo hemşehriyên xwe, projeyên ku qalîteya heyatê hilde amade kirine. Efendiyê xelkê yê ku xizmeta xelkê dike.”

Huseyîn Yilmaz ji projeyên xwe yên ji bo Diyarbekirê hinek wiha hejmartin:

1)Em ê bajarê xwe bi navê “Diyarbekira Bajarê Sehabiyan” bikin marqa. Wê Diyarbekir bi sehabiyên xwe bê naskirin ne bi zebeş û molotofan. Wê derdora camiya Hz Suleyman, bi awayê liyaqê sehabeyan bê pergalkirin û ji ziyaretê re bê vekirin. Wê li etrafê wê mîna medrese, wargeh saziyên îlmê bên avakirin. Ji bona li vê derê, di modela Mescîda Nebewî ya li Medînê de camiyeke mezin bê avakirin, wê xebat bên kirin.  

2)Wê ciyên mezergehên Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî, bên tesbîtkirin û ji bo wan li wir Camiya Şehîdan/ Camiya Qiyamê bê rakirin. Wê meydana Dağkapiya çiyê jî, bi navê Meydana Şêx Seîd bê guhertin.  

3)Wê li mehelan Xan bên avakirin ku di wan de mixtarî, şûbeyên PTTê û saziyên qamûyê û belediyê hebin ku xelk dikaribe li wir me’melên xwe yên fatûrayê pêk bînin. Ew ê evan xan, bi mîmariya tarîxî ya bajêr ve li hev bin.  

4)Heta ku sîstema rayê ya sivik têkeve dewrê, ew ê ji rêya hesin ya nav bajêr, bi armanca veguhastinê bê îstîfadekirin.  

5)Wê entegresona camî û seha hêşîn pêk bê. Wê plana îmarê ya bajarê nû de, ji mekanên îbadetê re zêde seha bê veqetandin. Wê li qibleyên parkên ku nû bên avakirin, camî hebin. Wê li pey camiyên ku nû bên avakirin jî park hebin. Bi vî awayî wê cemaeta camiyê bi parkan, park jî bi camiyan pevre bin. Li parkan jî bi vî awayî, wê rê li ber tewr û tevgerînên ğeyrî exlaqî bên girtin. Her wiha di nimêja înan de cemaeta ku nikaribin têkevin hundirê camiyê, wê karibin li parkê nimêja xwe bikin. Bi vî şekî wê li ser peyarêyan û li ser caddeyan nimêj neyê kirin.  

6)Wê li nêzî herêma navsûrê Diyarqûle bê avakirin. Wê ev Diyarqûle salonên konferans, kongre, pêşangehê bihewîne, li gorî motîfa tarîxî be, ji wê pirê bajêr wê karibe bê dîtin û li ser wê terasa seyrê hebe. Her wiha wê di hundirê Diyarqûleyê de, Panorama Diyarbekirê ya ku fetha Amedê sembolîze dike bê avakirin.  

7)Em ê alîkariya zewacê bidin ciwanên feqîr yên dixwazin bizewicin, alîkariya cihêzê bidin qîzên ciwan û alîkariya perwerde û kirê bidin xwendekarên zewicî.  

8)Wê bi armanca parastin û jiyanê ya ji bo sêwî, jinbî û mixtacan Xaniyên Şefqetê bên avakirin.  

9)Ji bona welatiyên nexweş, êxtiyar û astengdar li malên xwe xizmetê bibînin, em ê yekîneyan pêk bînin.  

10)Bi armanca ji feqîr û mixtacan re xwarina germ bê hazirkirin, wê aşxane ava bibin.  

11)Wê bi armanca ku ciwan karibin di wan de aktîvîteyên çand û huner û sportîfan pêk bînin, Merkezên Ciwanîyê bên avakirin.

12)Wê bi armanca islahiya ciwanên mubtelayê dizî, narkotîk û maddeyên xerab, Merkezên Islahê bên avakirin.

13)Wê merkezên Giliyê û Yekîneyên Xizmetê bên avakirin da ku xelk dikaribe hemî derd û gilî û gazinên xwe yên der barê belediyê de, lê bîne ziman û hel bike.

14)Bi armanca bi rayedarên saziyên civaka sivîl, mixtar û ‘alim û maqûlên millet re pirsgirêkên bajar û civakê bên çareserkirin, ew ê Meclîsên Şêwrê Yên Mehelî bên avakirin. Qirarên ku di wan de bên dayîn, wê meclîsa belediyê jî qîmetê bide wan.

15)Wê motîfa dîrokî ya nava Sûrê derkeve holê, sehayên ji bo geştûguzar, huner, temaşe û tûrîzmê bên avakirin.

16)Wê wesayîtên ku ji bo pêdiviyên kesên astengdar dîzaynkirî, saet û xeta wan tesbîtkirî bên tehsîskirin. Ger welatiyên astengdar, ji bilî guzergehên diyarkirî bixwazin herin devereke din, wê ji bo wan teksiyên bi eynî xisûsiyetan xizmetê bikin. Wê ji bo wan xizmeta Elo Teksiya Ji bo Astendaran peyde be. Bi armanca kesên astengdar karibin bi tena serê xwe bigerin, ji bo wan wê wesayîtên bi aku bên peydekirin.   

17)Ji bo xuşk û jinên ku bi tenê seyahet dikin, naxwazin li wesayîtên veguhastina komelî yên têkel siwar bibin, wê otobosên pembe yên ku şofêrên wan jî jin in xizmetê bidin. Her wiha ji bo seyahata bihaya wê daxistî, wê xizmeta tetbîqa qarta pembe bê dayîn.

18)Wê li deverên ku nexweşxaneyên herêmî lê ne, ji bo refaqetvanan mêvanxane û aşxane bên avakirin.

19)Wê li tenişta hepsan, ji bona meriv û malbatên kesên girtî pêdiviyên hewce peyde bikin, mekanên bendewariyê û ji bo zarokên wan jî parkên lîstokan bên avakirin.

20)Wê di rojên mibarek de, serwîsên wesayîtên veguhastina komelî yên bêpere ji bo mezergehan bên tehsîskirin.

21)Wê li cûrbecûr deverên bajêr, li gorî motîfa dîrokî sebîlên av û kanî bên çêkirin.

22)Wê ava Anzeleyê, bi qenalên ku li tenişta wan sehaya hêşîn û parkûra gerê hebin, li nav sûrê di ber seranserê sûrê re bê gerandin û dûre biherike ser sûlava Fîskayayê.

23)Wê li merkezên bazirganiyê yên bajêr, li nêzî qawşaxan, pêşiya wan ji bo buroyan, paşiya wan jî ji bo otoparkan, heqê wê jî maqûl, otoparkên pirqatî bên avakirin. Her wiha wê otoparkên di binê erdê de yên ku ser wê seha hêşîn jî bên avakirin.

24)Wê bazargehên ku li semtan bidorê û her heftê malekî cûda tê de bê firotin, bên sazkirin. Wê li van bazargehan, di rojên hefteyê yên ji hev cûda de grûbên meslekan yên muxtelîf dikaribin malên xwe bifiroşin. Mesele wê rojekê zebze û fêkî, rokeke din ğidayê hişk, rojeke dîtir kinc û tiştên weka wê bên firotin.

25)Wê li gundan, camî, mala mela û teziyexane, kaniyên gund, goletên avê û parkên ji bo zarokan bên avakirin.

26)Wê li navçeyan, bazargehên gundan yên ku karibin bi rihetî malên organîk yên gundan bifiroşin bên avakirin.

27)Wê Mezergehên Esrî yên Bajarê Mezin bên avakirin. Wê ev mezergeh li gorî sîstema edresê ya bi nav û numara, bi plan û proje, bi camî û morg, bi darkirî bin û di wan de gelek ğusulxane hebin.

28)Wê hemî tesîsên di nav parkên mezin yên heyî de, bibin tesîsên sosyalê yên belediyê û wê têkevin xizmeta xelkê. Wê tesîsên sosyalê yên belediyê bên avakirin ku di wan de xizmeta bi qalîte û erzanî tê dayîn.

29)Wê parka botanîk û baxçeyê heywanan bên avakirin.

30)Wê di navbera Dağkapi (Derê Çîyê) û Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê de xeta teleferîkê bê sazkirin.

31)Li gorî hewcebûnê wê qawşaxên bipir yên nû bên çêkirin. Ji bona trafîkê çareser bike wê qawşax herî hindik ji 3 yan jî ji 4 qatan pêk bên.

32)Wê li gorî ku rewşa îmarê ya bajêr derfet û îmkanê dide, sîstemên rêhesin û tramvayê bên raxistin.

33)Wê ji bo kesên muteşebbîs yên ku dixwazin ji çavkaniyên enerjiya ku dikaribe bê nûkirin cîddî îstîfade bikin û di vê mijarê de dixwazin bibin veberdêr hemî hêsanî bên peydekirin. Ger hewce be, bi sîstema “ava ke, bişuxulîne û dewr bike” ew ê veberhênên bifeyde bên teşwîkkirin.

34)Wê qutiyên çopan di bin erdê de bin.

35)Wê çopên mal û dikan û kargehan têkevin kîsên çopê û bên veqetandin. Wê di kuçe û kolanan de ji bo cam, plastîk, qaxiz û çopên malê qutiyên cûda bên dayîn.

36)Wê di binê bîna û avahiyên ku nû bên avakirin de, odeyên ji bo konteynirên çopê hebin. Wê bi wasîteya şaftên ku ji qatên jor li vê odeyê vedibin, çopên avahiyê tê de bên komkirin.

37)Wê bi armanca jevveqetandin û jibartin û transformasyona çopan, tesîs bên avakirin. Her wiha wê ji bo jevveqetandin û nirxandin û berterefkirina çopên hişk û çopên tibbî jî, tesîs bên avakirin.

Parêzer Huseyîn Yilmaz da zanîn ku di heqê projeyên xwe de agahiyên berfirehtir bi qamûyê re parve dikin BANGAHEQ

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.