Protesto Berdewam In

Protesto Berdewam In

Piştî fîlma heqaretê, muslumanan beyat û sedeqeta xwe bi pêxemberê xwe re zexm û nû kir

Protesto Berdewam In
Sedeqeta Jı Pêxember Re Lı Gelek Welatan Tê Nîşan Dan

Piştî fîlma heqaretê, muslumanan beyat û sedeqeta xwe bi pêxemberê xwe re zexm û nû kir. Bi evîn û îmana bi hz Muhammed re derdikevin meydana. Fîlma xerab tel’în û protesto dikin.

Li Efğanîstanê li paytext Kabîlê muslumanan protesto li dar xistin. Polîs li ber wan derket. Protestovan jî bi dar û keviran êrîşî polîsan kir, wesaîtên polîsan şewitandin. Zêdetirî 30 polîs birîndar bûn.

Li Jakartaya paytexta Endonezyayê, millet protestoyên xwe li ber sefaretxana Emrîka li dar xistin. Ji ber tewrên polîsan û ji ber ku Emrîka û siyonîst Îsraîl destek dane fîlmê, muslumana xwestin bigrin ser sefaretxana Emrîka. Navbera protestovan û polîsan de niqaş û pevçûn qewimîn. Li Pakîstanê seranser protesto dewam dikin. Protestovanan li Qaraçiyê xwestin têkevin sefaretxana Emrîka. Polîsan mudaxele kir. Wesaît hatin şewitandin. Di pevçûnan de 40 kes hatin desteser kirin.

Li Brîtanyayê qederê hezar kes li ber sefaretxana Emrîka civiyan. Tekbîr û slogan avêtin. Fîlm û piştgiriyên fîlmê tel’în kirin.

Li Fîlîstînê li Şerîa rojavayê, li ber fîlma heqaretwarî, kampanyaya  danasîna Hz Muhammed hat destpêkirin.

Li Fîlîpînê li bajarê Marawî bi hezaran kesî protesto li dar xist. Alayên Emrîka û Îsraîl şewitandin.

Li Yemenê bi hezaran kes di protestoyan de xwestin ku sefîrê Emrîka bê qewirandin.

Li aliyê din, ji ber protestoyên li ber fîlma heqaretwarî, îdara Emrîka qirar da ku sefaretxana xwe ya li Taylandê bigre heta ku rewş asayî bibe

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.