Protesto Qut Nabin
Tepkiyên Muslumanan Bi Gurr Dewam Dikin
Welatên muslumana tepkî û protestoyên xwe dewam dikin. Zulm û heqaretên fînansor û piştgiriyên fîlmê tel’în dikin.
Li başûra Lubnanê, li Bînt Cubeylê bi hezaran aligirên Hîzbûllah ji bo protestokirina fîlmê meşiyan. Fîllehan jî destek dan wan. Di aleyhê Emrîka û siyonîst Îsraîl de slogan avêtin. Sedeqeta xwe ji pêxember re nîşan dan. Wekîl Elî Bîzrî, beyanetek xwend.
Bi hezaran Fîlîstînî jî li Qudsê li mehella El Îseviyeyê, li ber fîlm û qarîqatorên heqaretwarî protesto li dar xistin. Dilsoziya xwe bi Hz Muhammed re nîşan dan. Bi tekbîr sloganan meşiyan.
Li Pakîstanê li eyaleta Swatê bi hezaran kes civiyan, protesto li dar xistin. Protesto ji aliyê Cemiyeta Telebên Îslamî ve hat li dar xistin. Wezîrê riya trênê ya federal Gulam Ehmed Bîlor, ji bo serê çêkerê fîlmê 100 hezar dolar xelat danî. Wekî tê zanîn li Pakîstanê 23 musluman di protestoyan de şehîd bûbûn.
Her wiha li Lahorê protesto dewam dikin. Di cadde û kolanan de li ber Emrîka û polîtîkayên wê yên li dijî Îslamê, slogan avêtin, meşiyan. Fransa û Emrîka tel’în kirin. Li başûra Pencabê li Mûltanê, ji do de protesto dewam dikin. Di aleyhê Emrîka û Fransa de sloganan davêjin. Protestovan xwestin ku sefîrên Emrîka û Fransayê, ji hemî welatên muslumanan bên qewirandin û qanûneke ku wê heqaretên li muqeddesatan qebûl neke û bisekinîne bê avakirin. Dîsa li bajarên din li paytexta Belûcîstanê li Quettayê, li Gujranwele cîtyê protesto hatin li dar xistin. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.