Protestoya Li Stenbolê
Deh Hezaran Kes Zulma Îsraîl û Îdara Bangladeşê Protesto Kirin
Partiya Seadetê, do li meydana Qadikoya Stenbolê, ji bo protestokirina bombardimanên siyonîst Îsraîl û zulm û neheqiyên îdara dewleta Bangladeşê, mîtîngek li dar xist. Bi deh hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Millet bi sloganên “ Bimre Îsraîl”, “Qehra Xweda li zaliman be” meşiyan meydanê.
Serekê partiya Seadetê Prof Dr. Mustafa Kamalak, di xeberdana xwe de, da zanîn ku Îsraîla xwedî tanq û fuze, li ber zarokên Ğezzeyê yên bi kevkevan û xwedî îman, mûtleq meğlûb bûye.
Di mîtîngê de mektûba ku ji teref Delwar Husênê serekê partiya Îslamiya Bangladeşê ve hatibû şandin jî hat xwendin. Di mektûbê de hat îfade kirin ku, partiya îktîdara Bangladeşê, bi desteka Hîndîstanê, dixwaze mensûbên partiya Cemaeta Îslamî îdam bike. Di nav wan de serekê cemaetê yê kevn Ğulam Azamê 91 salî jî heye.
Delwar Husên di mektûba xwe de, ji ber mîtînga wan malavayiya partiya Seadetê kir û wiha îfade kir “Hemî musluman rastî eynî te’deyan hatine. Li Bangladeşê jî van zulmê tên kirin vê qenaetê dide însana ku wê pêşeroja Bangladeşê ya Îslamê be. Wê ummet li ber van zaliman rabe ser xwe.”
Hat îfade kirin ku wê ji partiya Seadetê hinek kes ji bo sekinandina qirara îdamê biçin Bangladeşê. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.