Protestoya Milletê Îranê

Protestoya Milletê Îranê

Millet Ji Bo Tel’înkirina Fîlma Xebîs, Li Ber Ofîsa Unê Civiyan

Milletê Îranê do, ji bo şermezar û protesto kirina fîlma amerîkî-siyonîstî ya ku heqaret li Quran û pêxemberê Îslamê(s.‘e.w) dikir, li ber buroya teşkîlata milletên yekbuyî civiyan.

Li gor xebera İRNAyê, endamên civata hiqûqî, saziya besîca hiqûqzanan, komela Îslamî û parêzerên edaletê yên Îranê, li ber ofîsa teşkîlata milletên Yekbuyî ya li Tehranê civiyan û bi avêtina sloganên ''Ellah-u-Ekber'' ''Bimre Emrîka” û “Bimre Îsraîl” kirinên Amerîka û rojava ya heqareta li pêxemberê hêjayê Îslamê (s.’e.w)) şermezar kirin.

Beşdarên civîna hanê bi hilanîna hin panqartan, kirinên vê dawiyê ya fîlmçêkirê amerîkî-siyonîst û karîkatorîstê fransî, komployeke  ku li ber Îslamê berê hatiye organîzekirin, dan zanînê. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.