Protestoyên Li Misrê
Li Misrê qirara îdamê ya li 529 endamên Îxwan, li paytext Qahîreyê ji aliyê kesên dijberî derbeyê ve hat protestokirin
Li Misrê qirara îdamê ya li 529 endamên Îxwan, li paytext Qahîreyê ji aliyê kesên dijberî derbeyê ve hat protestokirin.
Di midaxeleya hêzên cûntayê de li nêzî zanîngeha Qahîreyê 8 kesên dijberî darbeyê brîndar bûn û li zanîngeha bajarê Şerqîyyeyê jî 16 protestovan brîndar bûn.
Di êrîşên hêzên cûntayê yên li herêma Gîzayê de jî xwendekarekî Zanîngeha Ezherê hat qetilkirin, 12 kes jî brîndar bûn.
Berdevkê hereketa xwendekarên dijberî derbeyê Ahmet Ganîm da zanîn ku hêzên cûntayê, li dijî xwendekarên protestovan mudaxeleyên şedîd pêk tîne. Di êrîşa polîsan de gulle li serê 3 xwendekaran ketine û her sê bi vî awayî hatine qetilkirin, bi hejmareke zêde xwendekar jî birîndar bûne.
Li Misrê piştî ku mehkema cûntayê li 529 endamên Îxwan cizayê îdamê birî, protesto gûr bûn.
Hereketa Îtîfaqa Mîllî ji bo 26ê Adarê roja çarşemê gazî protestoyan kiribû.
Li aliyê din hat dîyarkirin ku 919 kesên dijberî derbeyê bi bihana tevlî bûyerên şiddetê bûne sewqî mehkemê kirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.