Protestoyên Xwendekaran

Protestoyên Xwendekaran

Bi despêbûna sala nû ya perwerdeyê, li seranserê Misrê protestoyên xwendekarên mekteban jî dest pê bûn

Bi despêbûna sala nû ya perwerdeyê, li seranserê Misrê protestoyên xwendekarên mekteban jî dest pê bûn. Digel îqaz û tehdîta wezareta perwerdeyê ya ku ji teleba xwestibû xwe ji tevgerên siyasî dûr bixin jî, protesto dewam dikin.

Di serî de Qahîre li gelek bajaran protestoyên li ber derbeyê tên lidarxistin. Li zanîngeha Qahîreyê xwendekaran di protestoyên xwe de Ebdulfettah Sîsiyê qûqla û frotî protesto kir. Protesto bi sembola Rabîayê tên lidarxistin.

Li bajarê Suweyşê polîs hinek firotiyên derbeyê kişkişandin ser xwendekarên dijberê derbeyê. Hereketa îttîfaka mîllî, beyan kir ku polîs îznê dide ku terefdarên derbeyê êrîşî kesên dijberî derbeyê bikin. Li bajarê Şerqiyyeyê jî di navbera xwendekarên dijberê derbeyê û dilxwazên derbeyê de şerên biçûk qewimîn.

Li aliyê din hat gotin ku alîkarê serokê teşkîlata Îxwan îsam el Îryan beyan kiriye ku xwendekar dev ji nelihevkirinan berdin û li ber derbeya eskerî bibin yek sef. Vîdeoya Îryan di kanala el Cezîreyê de hat weşandin. Her wiha ji maqûlên teşkîlata Îxwan û mensûbê yekîtiya alimên misluman yên dinyayê Selaheddîn Ebdulhelîm Sultan, gava ku wê biça Sûdanê li firogeha Qahîreyê hat girtin. Hat îddîakirin ku di heqê Sultan de hinek doz hene, ji lew derketina wî ya derveyê yesax bûye.

Îro hat diyarkirin ku cûnta hemî fealiyetên teşkîlata Îxwan yesax kirine. BANGAHEQ

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.