PYD li Kurdistana Sûrî 54 buroyên partiyên din asê kir
Hat ragihandin ku li Kurdistana Sûrî ya di bin kontrola PYD de 54 buroyên saziyên siwîl û partiyên sitasî yên di bin sîwana ENKSê de hatine asêkirin.
PYDyê ku konrola Kurdistana Sûrî di destê wê de ye 54 buroyên li herêmê yên aîdê saziyên siwîl û partiyên sitasî yên di bin sîwana ENKSê de ne da girtin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin PYD, li Kurdistana Sûrî 54 buroyên li herêmê yên aîdê saziyên siwîl û partiyên sitasî yên di bin sîwana ENKSê de ne da girtin. Partiyên siyasî yên ku nêzî ENKSê ne ji vê yekê re bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew vê biryarê nas nakin.
Hat ragihandin ku li bajarê Qamişlo 15, li Hasekê 5, Dêrikê 11, Afrînê yek Kobanê yek û di hinek navçe û bajarokan de 21 bi tevahî 54 buro ji teref PYDyê ve hatiye asêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.