PYD xelkê direvîne û rê li xwenîşandanan digire
Encûmena Kurdî: PYD xelkê direvîne û rê li xwenîşandanan digire
Encûmena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ragihand ko Partiya Yekîtiya Demokratîk ya dûvelanga PKK-ê û mitefiqa rejîma Beşar Esed xelkê direvîne û pêşiyê li xwepêşandanên li dijî rejîmê digire.
Li gor Rûdawê, ENKS bi daxuyaniyeke nivîskî daxwaz dike ko di demekî herî zû de hersê kesên ko li rojavayê Kurdistanê ji aliyê Meslisa Gel ya PYD-ê ve hatine girtin bên azad kirin û got:
— Komîteyên Parastina Gel ên girêdayî PYD-ê, car caran li Cizîr, Kobanê û Efrînê ji bo dirûstkirina tirs û dûdiliya li ser cadeya kurdî xelkê direvînin. Heta rewş giha wê yekê ko pêşî li xwenîşandanên roja înê yên li Efrîn û Kobanê bigrin. Ev jî bû sedemê pevçûna navbera welatî û çekdarên Komîteya Parastina Gel de.
ENKS di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje:
— Ev kiryarên bi vî awayî ko zêdetir li navçeyekê çêdibin, zererê digihînin navdariya kurdan û peywendiyên navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de. Ji bilî vê yekê zererê digihîne tevgera aştîxwaz ya gel ko li navçeyên kurdî li dijî zordarî û stemkariyê tên.
ENKS kiryarên bi vî awayî şermezar dike û wiha dibêje:
— Em pêwîstiya bi girêdana peymana jihevtêgihiştinê ya di navbera herdu encûmenan de hatî îmze kirin dubare dikin. Bi cîbicîkirina vê peymanê, li navçeyên kurdî aştiya gel diparêze. Herwiha navçeyên kurdî ji her milmilaneyek kurdî-kurdî diparêze û serîhildana wê ne di berjewendiya ti kesî de ye.
Di dawiya daxuyaniya ENKS-ê de wiha tê gotin:
— Em bangewaziya xwe digihînin birayên xwe yên Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê ko ber bi vê helwestê ve neçin. Ev jî bi ti awayî ne di berjewendiyên gelê kurd de ye û bi taybet jî di vê qonaxa nazik de.
ENKS-ê daxwaza azadkirina, xwendekarê zanîngeha endazyarî, qonaxa 5. yê ji gundê Îfraz (El-Partî) Azad Welî, Haşim Şêx Ne’san yê ji gundê Îfraz ê Efrînê (El-Partî) û Mistefa Şêxo (Ebu Ferîd) li Kobaniyê (Tevgera Çaksazî) dike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.