PYD-YPG 51 endamên Al Partî girtin
AVESTA KURD - Nûnerê Partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê (El-partî) yê li Başûrê Kudistanê Seîd Emer ragihand ku asayişa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) 51 hevalên wan li Rojavayê Kudistanê girtin.
Seîd Emer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Duh, 51 hevalên me dema ku ji başûr vedigeriyan, li cem gundên Toramîş û Xana Serê yên ser bi bajarê Dêrikê ve ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin girtin.”
Emer tekez kir ku kesên gitî hemû welatiyê sivîl in û girtina wan gaveke metirsîdar e.
Emer di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “PYD bi girtina hevalên me nameyekê ji her çar partiyên Yekîtiya Siyasî re dişîne ku niha mijûlî avakirina partiyeke hevgirî ne.”
Nûnerê El-Partî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir ku asayişê soz daye ji niha û heta êvarî wan azad bike.
Seîd Emer diyar kir ku eger heta êvarî neyên berdan, wê helwesteke El-Partî ya din hebe. (Rûdaw)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.