PYDê li Efrînê 9 xort girt
PYDê li Efrînê 9 xort girt
Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li gundekî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 10 ciwanên Kurd girtin, yek ji wan zarokekî 13 salî ye ku piştî lêpirsîna hat berdan.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdwê li Efrînê ragihand ku roja pêncşemê (20/3/2014) derdora saet 12ê nîvro li gundê Tirundê yê girêdayî Efrînê dema 10 ciwan û zarok diçûn ser çiya ji bo pêxistina agirê Newrozê ew ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatin dorpêçkirin û pişt re hatin girtin.
Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku yek ji wan girtiyan 13 salî ye bi navê Amîd Sîdo û piştî lêpirsîneke 5 saetan hate berdan, lê hîn 9 kesên din nehatine berdan.
Li gor agahiyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, muxtarê gundê Tirundê ji bo berdana girtiyan serî li navenda asayişa PYDê li Efrînê da û asayişê jê re gotiye, “ew 9 ciwan bi tawanên siyasî hatine girtin û tawana duyem jî ew e ku stranên netewî di mobaylên wan de hene û sermilkek ji rengê ala şoreşa Sûriyê li ser milê yekî ji wan bû”.
Navên her 9 kesên girtî ev in:
1-Samî Sîdo
2-Nêçîrvan Sîdo
3-Kawa Ebdelo
4-Mesûd Ebdelo
5-Xelîl Ebdelo
6-Ehmed Ebdelo/ 16 salî ye
7-Mihemed Umer
8-Bengîn Ebdelo
9-Rênas Mihemed
Heta niha asayişa PYDê derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.
- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/220320144#sthash.lUQsjd40.dpufAsayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li gundekî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 10 ciwanên Kurd girtin, yek ji wan zarokekî 13 salî ye ku piştî lêpirsîna hat berdan.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdwê li Efrînê ragihand ku roja pêncşemê (20/3/2014) derdora saet 12ê nîvro li gundê Tirundê yê girêdayî Efrînê dema 10 ciwan û zarok diçûn ser çiya ji bo pêxistina agirê Newrozê ew ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatin dorpêçkirin û pişt re hatin girtin.
Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku yek ji wan girtiyan 13 salî ye bi navê Amîd Sîdo û piştî lêpirsîneke 5 saetan hate berdan, lê hîn 9 kesên din nehatine berdan.
Li gor agahiyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, muxtarê gundê Tirundê ji bo berdana girtiyan serî li navenda asayişa PYDê li Efrînê da û asayişê jê re gotiye, “ew 9 ciwan bi tawanên siyasî hatine girtin û tawana duyem jî ew e ku stranên netewî di mobaylên wan de hene û sermilkek ji rengê ala şoreşa Sûriyê li ser milê yekî ji wan bû”.
Navên her 9 kesên girtî ev in:
1-Samî Sîdo
2-Nêçîrvan Sîdo
3-Kawa Ebdelo
4-Mesûd Ebdelo
5-Xelîl Ebdelo
6-Ehmed Ebdelo/ 16 salî ye
7-Mihemed Umer
8-Bengîn Ebdelo
9-Rênas Mihemed
Heta niha asayişa PYDê derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.