Qamyonet li otomobîlê qelibî:Birîndarek
Li Rihayê di qezaya ku qamyonetek li otomobîlekê qelibî de kesek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser Kolana Yunus Emre pêk hat. Di qezayê de kesê bi navê Alî Îhsan A. birîndar bû.
Kesê ku birîndar bû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê û rewşa wî a niha baş e.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.