Qamyonet û serwîsa karkeran li hev qelibîn: 12 birîndar

Qamyonet û serwîsa karkeran li hev qelibîn: 12 birîndar

Li Karamanê qamyonetek û serwîseke karkeran li hev qelibîn, di encama qezayê de 12 karker birîndar bûn.

Qeza, li Kolana 1004emîn a Taxa Beyzakentê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin serwîsa karkeran a ku di bin kontola M.A. de bû, li qamyoneta ku di bin kontrola A.B. de bû qelibî.

Di encama qezayê de serwîsa karkeran pekîya û li dîwareke avahîyê ket û sekinî.

Hat hînbûn ku rewşa karkerên birîndar baş e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.