Qanûn Qanûna Midûr e(!)
Xwendekarek Sernixumandî Sirgûnî Mektebeke Dûr Bû
Meclîsa ku haya wê ji derd û halê milletê wê tunebe, herro qanûna jî derxe, li ser ekonomî û projeya porê xwe jî biweşîne, hêç e. Zulm û neheqî tu kesî naghîne tu derê.
Xeberan li ser hîcab û tesetturê behsa zulmek din kirin. Hat îfade kirin ku li Îzmîrê li navçeya Menderesê li Golcuklerê li mekteba Adnan Olcayê, xwendekar Elîf Aykanata sernixumandî, ji ber tesettura xwe sirgûnî mektebeke dûr buye.
Xwendekara sinifa 8an, berî niha marûzî bêhiqûqiyên cûrecûr bûbû. Piştî sirgûnbûnê bavê wê wiha diyar kir “Qîza min, ji ber ku serê xwe dinuxumand, gelek cara marûzî zabitname û cezayên lomandina bûbû. Niha wê sirgûnî mektebeke dûr kirin. Em ji îdara mektebê gilîkar in. Hîcab emrê Xweda ye. Em qet jê tawîz nadin. Van neheqî li ser tesetturê li dînê Îslamê tên kirin.”
Bavê Elîfa sernixumandî gazî serekwezîr kir û wiha got “Were vê mektebê û eger tu karibî diyar bike ku li vê mektebê sernixumandî serbest e.” Elîf Aykanat jî îfade kir ku dixwaze bi sernixumandî xwendina xwe dewam bike û wiha gazî xwendekarên din yên dixwazin bi hîcabê bixwînin kir “Tawîz nedin û sebir bikin. Dinya alem li pêşberê me yek be, qiyamet jî rabe, emê dev ji dînê xwe bernedin.”
Li ser hadîseyê hinek mensûbên medyayê xwestin meselê ji îdarevanên perwerdehiya mîllî ya bajêr bipirsin, lê mixabin îdarevan deriyê xwe ji mensûban re venekir. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.