Qanûna Bajarê Mezin
13 Bajar Li Gor Qanûna Han Dibin Bajarê Mezin
Li gor qanûnê, bajarên ku nifûsa wan zêdetirî 750 hezariye, wê statuya bajarê mezin bigrin. Di heyeta giştî ya meclîsê de teklîfa qanûnê hat qebûlkirin, li gor qanûnê bajare Aydin, Balikesîr, Denîzlî, Hatay, Meletê, Manîsa, Mereşê, Mêrdînê, Mûğla, Tekîrdağ, Trabzon, Rûhayê û Wan dibin bajarê mezin.
Sînorên bajarên mezin yên berê, dibin sînorê mulkî yê bajêr. Qeza û beldeyên di nav sînorên mulkî yên navçeyên van bajarên mezin de, şexsî hukmiya wan radibin. Gundên wan dibin mehele. Deverên belediye jî bi navê belde dibin mehelên belediya navçeyan. Teşkîlata bûcaxa van bajaran jî radibin.
Belediyên bajarê mezin û qezayan, wê di gundên ku dibine mehele de, li gor çand û urf û mîmariya herêmê, projeyên mîmarî pêk bînin. Di van gundan de kargêrîyên li ser erd û sewalan û dikan, sebzefiroş, berber, firûn, qehwe, pansiyon, restorant û bufe yên ku ji bo asûke û hewceyên ehlê gund vebûne, wê xwedî rûxsat bên hesibandin. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.