Qanûna Fînansmana Terorê

Qanûna Fînansmana Terorê

Qanûna fînansmana terorê, li meclîsê heta du sala di xwê de mabû. Bi zordayîna teşkîlata dewletên yekbûyî, qanûna han li meclîsê hat qebûlkirin. Qilqilîn û endîşeyê li ser vê qanûnê jî dewam dikin.

 Qanûna fînansmana terorê, li meclîsê heta du sala di xwê de mabû. Bi zordayîna teşkîlata dewletên yekbûyî, qanûna han li meclîsê hat qebûlkirin. Qilqilîn û endîşeyê li ser vê qanûnê jî dewam dikin.

Her çi qas serekwezîr Erdoğan bibêje “Tiştekî ku endîşe jê bê kirin tuneye” û wezîrê edaletê Sadûllah Ergîn jî bibêje “3 temînata qanûnê hene. Hemî tedbîr hatine girtin.” jî, şik û endîşeyên qismek mezin ya civakê nehatin rakirin. Millet dipirse “Eger di heqê qanûnê de, tiştekî ku meriv jê endîşe bike tune be, wê çaxê çima tedbîr tên girtin?”

Li gor hinek agahiyan tê gotin ku, serekwezîr Erdoğan der heqê qanûnê de, temînat daye hinek sazî û şexsan ku, di îktîdara wî de, wê tu zirar negihêje wan. Ji ber vê yekê meriv dikare bipirsê ku, hikûmeta serê xwe ji qirara teşkîlata dewletên yekbûyî re tewandiye, gava dewletên yekbûyî saziyek yan jî şexsekî terorîst îlan bike, wê çaxê hikûmet çawa tevbigere?

Li aliyê din serekê Baroya Batmanê parêzer Ehmed Sevîm, li ser qebulkirina vê qanûnê tepkî nîşan da. Sevîm da zanîn ku ev qanûn, wê li ser saziyên sivîl yên civakî, netîceyên menfî yên cîddî  biqewimîne û kulfetên mezin bi xwe re bîne. Sewîm wiha got “Wê toqa guneh û webalên feqîr û mezlûmên ku ji saziyên sivîl alîkariyan dibînin, têkeve stûyê kesên ku vê qanûn û qirarê îmze kirine.”

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.